​​​​​​​Parêzer Ferhad Baqer: Bêdengiya civaka navneteweyî cesaretê dide Tirkiyê

Parêzer Ferhad Baqer got, dewleta Tirk lihevkirinên navneteweyî yên têkildarî herêmên dagirkirî binpê dike û destnîşan kir ku bêdengiya navneteweyî cesaretê dide dewleta Tirk ku sûcan pêk bîne.

​​​​​​​Parêzer Ferhad Baqer: Bêdengiya civaka navneteweyî cesaretê dide Tirkiyê
30 kanûn, 2020   03:26
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Herêmên Sûriyê yên ku dewleta Tirk dagir kiriye, bûne qada pêkanîna sûca. Bi çavdêriya istixbarata Tirkiyê sûcên kuştin, revandin, talankirin didomin. Ji wê zêdetir, dewleta Tirk bi xwe çavdêriya tirkkirin û guhertina demografiya herêmên dagirkirî dike. Ev yek nasnameya sûrî ya wan herêman dixe xeteriyê.

Parêzer Ferhad Baqer got, dewleta Tirk xaka Sûriyê dagir kiriye û li gorî qanûn û pîvanên navneteweyî yên derbarê herêmên dagirkirî tevnagere.

Baqer destnîşan kir ku li gorî lihevkirina Lahay divê axa dagirkirî were parastin û dewletên dagirker bi parastina tenduristiya giştî, navendên giştî û xizmetguzarî, pabend bin.

Baqer da zanîn ku li gel durûtiyek navneteweyî li hemberî bûyerên ku li herêmên dagirkirî rû didin, dewleta Tirk bendên lihevkirina Lahay binpê dike.

Li gorî madeyên 49 û 56 ên lihevkirina Lahay a ku di sala 1907`an de hatiye îmzekirin, nabe dewleta dagirker milkên taybet destser bike, berovajî wê divê mal û milkên giştî mîna yên taybet biparêze. Her wiha di madeya 53`yan a hevpeymana Cinevê ya sala 1949`an de hatiye gotin ku nabe hêzên dagirker, milkên kesayetî yan jî giştî yan jî yên dewletê yan jî yên girêdayî desthilatekê wêran bike.

Di madeya 49`an a lihevkirina Cinevê ya sala 1949`an hatiye îmzekirin de, nabe hêzên dagirker, hemwelatiyên xwe veguhêzîne herêmên ku dagir kirine. Yan jî demografiya wan herêman biguhere. Li gorî çavdêran dewleta Tirk bi sûcên xwe yên li herêmên dagirkirî, vê lihevkirinê binpê dike.

Baqer diyar kir ku dewleta Tirk qanûnan binpê dike. Lew re divê Neteweyên Yekbûyî (NY) û tevahiya dewletên ku rêzê ji qanûnên xwe re digirin, zextê li dewleta Tirk bikin û rê nedin wê ku sûcan pêk bîne. Her wiha wê neçar bikin ku ji herêmên dagikirî vekişe.

Baqer wiha domand: “Bêdengiya navneteweyî îsbat dike ku ew dewlet berjewendiyên xwe yên aborî di ser her tiştî re digirin. Di dema ku komkujiyan li dijî sivîlan pêk tîne û sivîlan dikuje de, bi dewletên dagirker re hevpeymanan îmze dikin. Bêdengiya navneteweyî rê li pêşiya dewleta Tirk vedike ku komkujiyên dîtir pêk bîne.”

Têkildarî helwesta NY`yê  ya li hemberî sûcên dewleta Tirk, Baqer got: “Saziyên NY`yê erkên xwe bi cih nayin, tenê daxuyaniyan didin û dibêjin ew ji ber wan sûcan metirsîdar in û divê pêk neyin. Lê tu gavên cidî li ser erdê nayên avêtin.”

Ferhad Baqer piştrast kir ku divê sûcên ku têne kirin, werin belgekirin û ji dadeghên navneteweyî re werin pêşkêşkirin bi taybet dadgeha cezayan a navneteweyî û wiha dom da axaftina xwe: “Şertên wê gelek girêk in. Mekanîzmeya wê bi rêya balyozxaneyan, qonslosxaneyan û parlamentoyan pêk tê, da ku bandor li dadgehên navneteweyî were kirin. Ev dadgeh jî di gelek tedbîrên girêk re derbas dibin.”

Di gelek raporên navneteweyî de sûcên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan, navendên giştî û cihên dîrokî li herêmên dagirkirî belge kirine, lê dîsa jî civaka navneteweyî bêdeng e.

Parêzer Ferhad Baqer bang li tevahî dewletan kir ku "Rêzê ji qanûnên xwe re bigire, rê nede tu kesî ku êrişî herêmên bakurê Sûriyê bike û wan dagir bike û komkujiyan lê pêk bîne. Berjewendiyên xwe yên aborî di ser jiyana sivîlan re negirin. Ev hemû e rka sazî û desteyên navneteweyî û hêzên koalîsyonê ye yên ku li wan herêman dimînin."

Piştî dagirkirina gelek bajarên li bakurê Sûriyê, dewleta Tirk hîna êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Gelekan diyar dikin ku dewleta Tirk bi van êrişan hewl dide qada dagirkirina xwe li Sûriyê firehtir bike.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nX_Q4Zmoq54" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>