Projeyên li Dêrazorê di 2020`an de pêk hatin

Desteya Xizmet û Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê di sala 2020`an de hewl da aliyê xizmetguzariyê bi pêş bixe û gelek proje pêk anîn. Nivîsgeha Xizmetan jî 35 stasyonên nû ji bo avê amade kirin û bi wê yekê ava vexwarinê ji sed hezaran şêniyan re hate peydakirin.

Projeyên li Dêrazorê di 2020`an de pêk hatin
30 kanûn, 2020   02:17
DÊRAZOR- ELÎ SALIH

Desteya Xizmet û Şaredariyan a herêma Dêrazorê hewl da aliyê xizmetguzariyê bi pêş bixe û binesaziya ku ji aliyê çeteyan ve hatibû rûxandin, ji nû ve ava bike. Ji lew re, di sala 2020`an de bernameyeke kar danî pêşiya xwe.

Nivîsgeha Fenî hemû projeyên xizmetguzariyê yên girêdayî Komîteya Şaredariya a Dêrazorê û gerînendetiyên girêdayî wê lêkolîn dike, di wê derbarê de kesên pispor anîn û gelek beş û nivîsgehên girêdayî xwe vekirin.

Bi rêya Nivîsgeha Fenî plansaziyên salane ji bo projeyên ji aliyê şaredariyan û gerînendetiyên din ve hatine pêşkêşkirin, tên danîn û lêkolînên endezyariyê ji wan projeyan re tên kirin. Heta niha 3 plansazî hatine pêkanîn.

PROJEYA YEKEMÎN; AMADEKIRINA CIHÊN QÎRÊ

Di destpêka 2020`an de, girîngî ji bo amadekirina cihên çêkirina qîrê hate dayîn. Di vê çarçoveyê de, cihê Rodko, cihê xizmetên fenî û cihê qûma firatî, her wiha xetên kanalîzasyonê û projeyên restorekirina xetên avê hatin amadekirin.

Piştre, zêdetirî 20 projeyên xizmetguzariyê bi lêçûna milyarek û 500 milyon lîreyên Sûriyê hatin pêkanîn.

BI PROJEYAN REWŞA XIZMETGUZARIYÊ GUHERTÎ

Hevserokê Desteya Xizmet û Şaredariyan a Dêrazorê Mumtaz El-Hefel wiha got: “Projeyên hatin pêkanîn ên xizmetguzariyê bûn. Me girîngî da bajarokê El-Bisêra yê rojhilat ku ji girîngtirîn û kevntirîn bajarokên Dêrazorê ye. Li wê derê, torên kanalîzasyonê, naverastên rêyan û park hatin amadekirin û sûkeke gel û birceke saetê li kolana sûkê hatin amadekirin.”

Di nîvê salê de, milyon û 500 hezar dolar ji bo projeyên şaredariyan, projeyên av û rêyan hate veqetandin. Ew yek piştî lêkolînên endezyariyê yên pêwîst pêk hat.

Her wiha zêdetirî 50 projeyên xizmetguzariyê hatin ragihandin ku rewşa xizmetguzariyê li herêmê baştir kir, di nav de projeyên amadekirina rêyan, avakirina piran û avakirina gelek çerxerêyan li seranserê herêmên Dêrazorê.

Bi saya endezyarên Nivîsgeha Fenî deriyên têketinê yên bajarokên Hecîn û El-Bisêra hatin avakirin, her wiha naverastên rêyan hatin amadekirin û rêyên sereke li gelek herêman hatin rastkirin û gelek firin hatin vekirin.

GERÎNENDETIYA VEGUHASTINÊ

Li Gerînendetiya Veguhastinê ya girêdayî Komîteya Şaredariyan û Xizmetên Giştî ya Dêrazorê 37 karmend kar dikin, her wiha 14 karmend li nivîsgehên şaxî, nuqteyên derbasbûnê û geracan kar dikin. Komîte hemû xebatên girêdayî gerînendetiyê dişopîne, beşa veguhastinê jî xebatên geracan li Dêrazorê dişopîne. Her wiha nivîsgehên veguhastinê yên li şaredariyên hemû herêmên Dêrazorê girêdayî rêveberiya veguhastinê ne.

Hezar û 180 erebeyên li hemû geracên Dêrazorê kar dikin, li nivîsgeha veguhastinê hatine qeydkirin.    

Gerînendetiya Veguhastinê bi koordîneya bi hemû daîreyên têklidar ên li Dêrazorê û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re kar dike, wekî Gerînendetiyên Veguhastinê, Desteya Sotemeniyê, Rêveberiya Giştî ya Trafîkê, Desteya Hundirîn û Yekitiya Ajokaran.

Gerînendetiya Veguhastinê gelek proje pêk anîn, wekî avakirina geraca El-Cezra bi lêçûna 11 milyon lîreyên Sûriyê û geraca bolmen a Mihêmîdê, her wiha peyman bi 3 şîrketên veguhastinê re hatin îmzekirin û 38 bas hatin qeydkirin. Her wiha geraca navendî hate vekirin ku têra 208 erebeyan dike, 31 milyon û 500 hezar lîreyên Sûriyê li vekirina geracê çû.

Geraca Hecînê ku têra 200 erebeyan dike, geraca El-Bisêra ku têra 275 erebeyan dike û geraca Sor ku têra 200 erebî dike, hatine amadekirin.

Nivîsgeh ji bo veguhastina genim ji bo aşan ên li seranserê herêmên Dêraozrê, kar dike. Di nivîsgehê de 21 karmend hene.

Ji planên ku ji bo sala 2021`an hatine pêşniyarkirin, avakirina gerînendeya veguhastinê ye. Ev gerînendetî dê ji Gerînendetiya Xizmetguzariyê ya li Dêrazorê serbixwe be. Wê ji veguhastina bejahî, hundirîn, saziya barkirinê û zabîteya giştî ya veguhastinê pêk were. Her wiha karmendên wê dê di dewreyên taybet re derbas bibin. Ji bo fînanskirinê wê dikan di nava geracan de werin vekirin.

Qazana veguhastinê ya Desteya Xizmetguzariyê di nava sindoqeke taybet de têne komkirin. Ev sindoq di ji maliya giştî hate veqetandin. Pereyên gumrika deriyên têketina herêmê dikevin vê sindoqê.

PROJEYÊN RÊYAN

Werşeyên rêyan di çarçoveya plansaziya 2020`an de rêyan amade dike. Jê ya herî girîng zîftkirina çerxerêya Konîko bi dirêjahiya 8 hezar û 800 metreyan a ku gundewarên rojava bi gundewarên rojhilat ve girê dide.

Çerxerêya El-Hisan-Mihêmîde, rêya Cirwan û Ebû Xeşeb a ku herêma Cezrat a li gundewarên rojava bi gundên li çolistana bakur a li gundewarê rojavayê Dêrazorê ve girê dide, rêya stasyona avê ya li Kesrayê, rêya stasyona avê ya Sawe hatin amadekirin.

Di çarçoveya hemleya “Mil bi mil em welatê xwe ava bikin” a ku Komîteya Şaredariyan a Reqayê tev lê bûye, rêya di navbera gundê Behra li rojavayê bajarê Hecînê û bajarokê Tiyane de bi dirêjahiya 40 km ku di Giranîj û Ebû Hemam re derbas dibe û wan herêman bi rêya giştî ya ku digihîne herêmên Reqayê ve girê dide, hate ziftkirin.

Her wiha rêya di navbera Hecîn û Baxozê de ya li gundewarê rojhilatê Dêrazorê bi dirêjahiya 60 kîlometran hate sererastkirin.

XEBATÊN SAZIYA GIŞTÎ YA AVA VEXWARINÊ YA DÊRAZORÊ

Saziya Giştî ya Ava Vexwarinê ya Dêrazorê ragihand ku wê zêdetirî 35 stasyonên avê sererast kirine û av gihandiye gundên li ser dirêjahiya berava çemê Firatê a li Dêrazorê û gundwarê bakur ê ber bi Hesekê ve.

Nivîsgeha Xizmetguzarî tevahiya torên şikestî û yên ku telef bûne yên stasyona Cezra El-Bû Hemîd sererast kirin û av gihand dibistana Ehmed El-Elî ya li kolana Dinadle. Xeta di navbera stasyona avê ya Kibar û gundê El-Şatî (Cezra El-Bû Şemis) de sererast kir.

Li stasyona avê ya Mîlac, tevahiya parçeyên telef bûne guhertin û toreya lûleyan restore kirin.

Li stasyona avê ya Kiber, Nivîsgeha Xizmetguzarî niha hilmijên sereke sererast kirin. Lûleyên hilmijê yên sereke û şaxî restore kirin û ava stasyonê bi madeya kilûr dezenfekte kir.

Li herêma Hermûşiyê û Kesra torên sereke û şaxî hatin sererastkirin. Li stasyona avê ya Saweyê ya ku ji depoyek çîmentoyî ya mezin pêk tê, 3 amûrên parzûnkirina avê û du hilmij hatin bicîkirin. Hemwextî wê, toreke nû ya avê bi dirêjahiya 2 km hate avakirin.

Stasyona avê ya Şaqra, Sifîra Jorîn, Sifîra Jêrîn, Mihêmîde, Hewayic El-Bû Mesa, Hewayic Ziyab, ava Zigîr, Hemar El-Elî, ava Cedîd Igêdat, Cedîd Bikar, ava Dehla, ava Sebha, Zir, ava Şehîlê rojava, ava Şehîlê rojhilat, ava Hewayic Zubyan, Hecna, stasyona ava Tiyane, Derenc, Siwêdan û stasyona ava Cirzî, hatin sererastkirin.

AVAKIRINA STASYONÊN AVÊ

Saziya Giştî ya Avê, gelek stasyon li gundên Batîn ê li gundewarê rojhilat, li Cirzî yê rojhilat, gundê Ebû Herdûb a ku avê digihîne beşa rojavayê bajarokê Ebû Hemamê ava kirin.

Derbarê projeyên pêşrojê de El-Hefel destnîşan kir ku wan ji bo sala 2021`an gelek proje danîne.

(cx-şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/57T0N9MSRdc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>