SOHR: Di 2020’an de di êrişên çeteyên DAIŞ`ê de hezar û 525 kes hatin kuştin

Li gorî SOHR`ê di sala 2020`an de di encama êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li Sûriyê de hezar û 525 kes hatine kuştin.

SOHR: Di 2020’an de di êrişên çeteyên DAIŞ`ê de hezar û 525 kes hatin kuştin
29 kanûn, 2020   12:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) girêdayî tevgera çeteyên DAIŞ`ê ya li Sûriyê raporek amade kir û diyar kir ku DAIŞ`ê di sala 2020`an de hebûna xwe li çolistana Sûriyê mîsoger kir.

Li gorî rapora SOHR`ê, çeteyan di 2020`an de zêdetirî 780 leşkerên hêzên hikumeta Şamê bi rêya kemîn, hedefgirtin, topbarankirin û şerên li beyara Sûriyê kuştine ku ji wan 108 endamên hêzên girêdayî Îranê ne. Her wiha di heman wan bûyeran û bombebarana balafirên hikumeta Şamê û Rûsyayê de 507 çete hatine kuştin.

ŞANEYÊN DAIŞ`Ê ÊRIŞÊN XWE YÊN LI DIJÎ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ ZÊDE DIKIN

SOHR`ê bi bîr xist ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di encama teqîn û kemînên li Dêrazorê, Hesekê, Reqa û herêma Minbicê de, 208 kesan hatine kuştin û li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker de DAIŞ fealiyetên xwe didomîne.

Navendê di raporeke xwe ya berê de xuya kiribû ku komeke çeteyan ya 40 çete ku hemû iraqî ne û çeteyên DAIŞ`ê ne ku bi fermana çeteyên Ehrar El-Şerqiye ya girêdayî dewleta Tirk şer dikin, li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne.

Di 20`ê Hezîranê de SOHR`ê bi bîr xistibû ku kesek di hedefgirtina asmanî de li nêzî bajarê Babê hatiye kuştin û ew serçeteyekî DAIŞ`ê yê li Reqayê bû.

 (şx)