QSD: Di bersivdayîna êrişên li ser Eyn Îsayê de 5 hevrêyên me şehîd bûn

QSD’ê bi daxuyaniyekê der barê êrişên dawîn ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Eyn Îsayê de agahî dan û diyar kir ku di dema bersivdayîna êrişan de 5 şervanên wan şehîd bûne.

QSD: Di bersivdayîna êrişên li ser Eyn Îsayê de 5 hevrêyên me şehîd bûn
29 kanûn, 2020   12:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê têkildarî êrişên dawîn ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Eyn Îsayê daxuyaniyek da.

QSD’ê destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di demên dawîn de li xeta Eyn Îsa êrişên xwe zêdetir kirine û bi wan êrişan armanc dikin ku li derdora rêya M4 hakimiyetê çêkin û ji vir êrişê navçeya Eyn Îsa bikin û wiha da zanîn: “Gelek hewldanên çeteyan di encama bersivdayina şervanên me de bê encam man û çete neçar man ku êrişên xwe paşve bikişînin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku roja 27’ê Kanûnê çeteyan li hemberî gundên Mişêrfa û Cehbel bi desteka balafirên bêmirov êrişeke berfireh li dar xist, di vê êrişê de derdora Eyn Îsayê û gundewarên wê bi dijwarî hatin topbarankirin û wiha lê zêde kir: “Di encama bersivdayîna şervanên me de, rojên 27 û 28’ê Kanûnê li xeta gundên Mişêrfa û Cehbel cih bi cih pêvçûn qewimîn û êrişên dagirkeran careke din hatin şikandin.

5 ŞERVAN ŞEHÎD BÛN

Di wan pêvçûnan de 4 ji wan endamên Lîwa El-Şimal El-Demokrat, bi giştî 5 hevrêyên me şehîd ketin. Em ji malbatên şehîdên xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin û soza parastina welatê xwe dubare dikin.”