Rêveberiya Sivîl a Tebqayê civîna xwe ya salane li dar dixe

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê îro civîna xwe ya salane li Navenda Çandê li dar xist û xebatên komîteyên girêdayî rêveberiyê yên sala 2020`an hatin nîqaşkirin.

Rêveberiya Sivîl a Tebqayê civîna xwe ya salane li dar dixe
Rêveberiya Sivîl a Tebqayê civîna xwe ya salane li dar dixe
Rêveberiya Sivîl a Tebqayê civîna xwe ya salane li dar dixe
Rêveberiya Sivîl a Tebqayê civîna xwe ya salane li dar dixe
Rêveberiya Sivîl a Tebqayê civîna xwe ya salane li dar dixe
Rêveberiya Sivîl a Tebqayê civîna xwe ya salane li dar dixe
Rêveberiya Sivîl a Tebqayê civîna xwe ya salane li dar dixe
Rêveberiya Sivîl a Tebqayê civîna xwe ya salane li dar dixe
29 kanûn, 2020   13:23
 TEBQA

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid, hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Mihemed tev li civînê bûn.

/kr/uploads/files/2020/12/29/132556_-.webp

Di civînê de Hemdan El-Ebid rewşa siyasî ya Sûriyê nirxand. El-Ebid got dewleta Tirk bi armanca kontrolkirina rêya navneteweyî, Iraqê bi Deryayê Spî ve girê bide û talankirina xêr û bereketên li bakurê Sûriyê êrişî Eyn Îsayê dike û sûcan li dijî gelê wê pêk tîne. El-Ebid diyar kir ku Rûsya bi bêdengiya xwe îsbat kir ku ew di êrişa li dijî Eyn Îsayê de şirîkê dewleta Tirk e, ne hêzeke garantorê agirbestê ye. 

El-Ebid berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li eniyên şer jî silav kir.

/kr/uploads/files/2020/12/29/132813_-2.webp

Piştre hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Mezlûm Omer rewşa rêxistinî ya Rêveberiya Sivîl di 2020`an de xwend. Di nirxandina rewşa rêxistinê de hate diyarkirin ku di destpêkê de komîteyeke qanûnî ya taybet ji bo ji nû ve sazkirina komîte û nivîsgehên girêdayî Meclisa Rêveber hate avakirin.

Mezlûm Omer xebatên komîteyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Tebqayê bi taybet xebatên Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan ên sala 2020`an bi bîr xistin.

Paşê sînevîzyonek girêdayî projeyên ku ji hêla tevahiya komîteyan ve li herêma Tebqayê hatine pêkanîn, hate pêşandan. Piştre civîn li pêşiya dezgehên çapemeniyê girtî berdewam kir.

(şx)

ANHA