Endamekî komîna bajarokê El-Hisîn ê Dêrazorê hate qetilkirin

Hin kesên nenas endamê komîna bajarokê El-Hisîn ê navçeya El-Siwer a Dêrazorê qetil kir.

Endamekî komîna bajarokê El-Hisîn ê Dêrazorê hate qetilkirin
28 kanûn, 2020   12:04
DÊRAZOR

Vê sibê kesên nenas êrişî mala endamê komîna bajarokê El-Hisîn, Ebdulezîz El-Xelef kir û gule li wî reşandin. Di encamê de El-Xelef jiyana xwe ji dest da.

Ji aliyekî din ve jî kesên nenas ku li motorsîklêtekî siwar bûbûn, hewl da ku Ebdulcelîl Salih El-Hemed ku yek ji xebatkarên Meclisa Sivîl a Dêrazorê ye, Ii ser rêya El-Siwer qetil bikin. Di encamê de, Salih El-Hemed birîndar bû û niha li nexweşxaneya bajarê Hesekê tê dermankirin.

(dm)

ANHA