​​​​​​​Dewleta Tirk bi qanûnekê zexta li ser rêxistinên civaka sivîl zêdetir dike

Hikumeta Tirkiyê qanûneke nû derxist ku li gorî wê kontrola hikumetê li ser rêxistinên civaka sivîl û muxalefetê zêdetir dibe. Çalakvanên hiqûqî hişyarî ji vê gavê da û diyar kir ku dibe ku bibe sedema girtina tevahiya rêxistinên ne girêdayî hikumetê û dê muxalefetê tengavtir bike.

​​​​​​​Dewleta Tirk bi qanûnekê zexta li ser rêxistinên civaka sivîl zêdetir dike
28 kanûn, 2020   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendeyê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) ê li Tirkiyê Tarik Beyhan got qanûna nû ya Tirkiyê ya ku ji bo “rêgirtina li pêşiya fînanskirina terorê” hatiye derxistin, îhtîmala bidawîkirina komên hiqûqî yên li welêt derdixe pêş.

Li gorî rojnameya Financial Times a Brîtanyayê ku agahiyên xwe dispêre Tarik Beyhan, li gorî vê qanûnê wezîrê karên hundirîn kengî bixwaze dikare kîjan rêxistinê bixwaze, bigire.

AKP ya bi serkêşiya Recep Tayyîp Erdogan li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya têkoşîna li dijî terorê, ev qanûn pêşkêş kir. Ev qanûn sala 2019`an li gorî rapora Koma Xebatên Malî (FATF) hate erêkirin. FATF, rêxistineke hikumî ya navneteweyî û saziya çavdêriya fînanskirina terorê ye.

 (şx)