Îran: Êrişên li dijî şandeyên dîplomatîk ên Ii Iraqê nayên qebûlkirin

Wezareta Karên Derve ya Îranê destnîşan kir ku êrişên Ii dijî şandeyên dîplomatîk ên li Iraqê nayên qebûlkirin û cihê şermezariyê ne.

Îran: Êrişên li dijî şandeyên dîplomatîk ên Ii Iraqê nayên qebûlkirin
28 kanûn, 2020   11:55
 NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade got welatê wî naxwaze tu nakokî li herêmê pêk were, lê ew ê ewlehiya xwe ya neteweyî biparêze.

Xetîbzade wiha domand: “Şêwirmendê serokwezîrê Iraqê li ser daxwaza me serdana Tehranê kir. Dan û standinên girêdayî geşedanên dawîn pêk hatin. Têkiliyên me bi Iraqê re xurt in. Şêwirên di navbera her du aliyan de jî tiştekî asayî ne.”

Ajansa Mehr ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, bi bîr xistibû ku şandeyeke iraqî bi serokatiya Ebû Cîhad El-Haşmî serdana Tehranê dike û nameya serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi xwe re biriye.

(şx)