'Divê civaka navneteweyî li hember sûcên Tirkiyê bê deng nemîne'

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser ya herêma Firatê Lemîs Abdullah bêdengiya Rûsya ya der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker a li dijî navçeya Eyn Îsayê de rexne kir û bang li civaka navneteweyî kir ku li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bêdeng nemîne.

'Divê civaka navneteweyî li hember sûcên Tirkiyê bê deng nemîne'
28 kanûn, 2020   06:53
KOBANÊ-MEYSAA EKARÎ

Zêdetirî mehekê ye dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li derdora navçeya Eyn Îsayê zêde kirin.

Girêdayî mijarê, hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Lemîs Abdullah wiha got: "Di vê mehê de êrişên bêserûber ên dewleta Tirk a dagirker li dijî Eyn Îsa û gundewarên wê zêde bûne. Di van êrişan de çekên giran li dijî herêmê ku tê de tijî sivîl in hatin bikaranîn. Di encamê de ziyanên canî û madî çêbûn."

Lemîs Abdullah diyar kir ku tevî êrişên bênavber, şêniyên Eyn Îsayê bi çalakiyên li dijî dagirkeriya Tirk û êrişên wê yên hovane helwesta xwe bi hêz kirin ku gefên li dijî ewlehî û aramiya navçeyê wan, red dikin.

Lemîs Abdullah bal kişand ser girîngiya navçeya Eyn Îsayê û wiha got: "Armanca dewleta Tirk ji van êrişan herêma Eyn Îsayê dagir bike, ji ber ku Eyn Îsa li ser rêya M4 e, her wiha herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hev ve girê dide, heger Eyn Îsayê were dagirkirin dê bangdoreke neyinî li kantona Kobanê bike û dê were dorpêçkirin."

Lemîs Abdullah diyar kir ku dewleta Tirk ji dema derbasbûnê ya li DYA’yê sûdê werdigire, da ku armancên xwe yên dagirkirina Eyn Îsayê û dorpêçkirina kantona Kobanê pêk bîne.

Di dirêjahiya axaftina xwe de Lemîs Abdullah wiha pê de çû: "Dewleta Tirk peymanên ku bi Rûsya û Amerîkayê re ku garantorên agirbestê ne, pêk neanî. Lê Rûsya û Amerîka li ser binpêkirina dewleta Tirk a peymanê û sûcên li dijî sivîl, zarok û jinan bê deng in."

Dewleta Tirk û Rûsya di 22’yê Cotmeha 2019’an de peymanek li ser 10 bendan îmze kir, jê jî vekişîna QSD’ê ji sînorê Tirkiyê-Sûriyê heta 30 km, agirbest, pêkanîna dewriyeyên Tirkiyê-Rûsya yên hevbeş bi kûrahiya 10 km li seranserî sînorê bi Tirkiyê re, belavkirina hêzên hikumeta Şamê li seranserî sînor.

Hevseroka Meclisa Rêveber a herma Firatê Lemîs Abdullah bang li civaka navneteweyî kir ku li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û êrişên wê yên li dijî herêmê bê deng nemîne û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em bi taybet bang li Rûsya dikin ku helwesteke cidî li hember van sûcan bigire û erkên xwe weke garantonê agirbestê pêk bîne."

(fr)

ANHA