Şêniyên Efrîn: Peymana li ser Şengalê dikeve xizmeta dewleta Tirk

Şêniyên Efrînê destnîşan kirin ku di peymana hikumetên Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, destê sêyemîn heye, ew jî dewleta Tirk a dagirker e. Şêniyan gotin peyman nûnertiya vîna civaka civaka Êzidî nake û dê bi berxwedana şêniyan bi bin bikeve.

Şêniyên Efrîn: Peymana li ser Şengalê dikeve xizmeta dewleta Tirk
28 kanûn, 2020   05:26
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Hikumetên Bexda û Hewlêrê di 9’ê Comtehê de ragihand ku wan der barê birêvebirina Şengalê de peymanek îmze kiriye, ew peyman jî bêyî vîna civaka êzidî pêk hat.

Li dijî vê peymanê bertekên civaka êzidî û tevahî gelê Kurd li Rojava derketin.

Mistefa Nebo ji şêniyê civaka êzidî yê kantona Efrînê ku niha Ii Şehbayê bi cih bûye, wiha got: "Piştî derbasbûna 6 salan di ser reva pêşmerge û hêzên Iraqê ji Şengalê û hiştina şêniyên bi tenê li hember teror û hovîtiya DAIŞ’ê, îro peymanên nû li dijî Şengalê îmze dikin. Da ku desthilatên xwe li Şengalê ferz bikin."

Mistefa Nebo da zanîn ku di peymanê de li gel hikumetên Bexda û Hewlêrê destê sêyemîn heye, ew jî dewleta Tirk a dagirker e ku armanca wê îmhakirina civaka êzidî ya Şengalê ye.

Mistefa Nebo wiha axaftina xwe domand: "Tişta ku mirov diêşîne, siyaseta PDK’ê yê ya ku idîa dike ew parastina gelê Kurd ji dagirkeriyê dike. Lê belê li tişta li ser erdê rû dide, dûrî angaştên wê ye. PDK'ê ji dêvla ku piştgiriya şêniyên Şengalê û destketdayîna ji hêzên wê re, peymanan bi aliyên ku ji salan ve hewl didin hebûna me qir bikin, îmze dike. Ev tevahî jî dikeve xizmeta dewleta Tirk a dagirker."

Nebo li dawiyê bang li tevahî partiyên Kurd, di serî de PDK’ê, kir ku yekitiya xwe ava bikin û nekevin xefka berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker.

Li aliyekî din jî Henîf Seydo wiha eşkere kir: "Projeya neteweya demokratîk a ku civaka êzidî piştî ku DAIŞ’ê komkujî li dijî wê pêk anîne, daniye li kêrî PDK’ê û dewleta Tirk a dagirker nehat. Ji lew re bi lez peymana li dijî Şengalê îmze kir. Ew peyman jî ji bo têkbirina berxwedana şêniyên Şengalê û kontorlkirina wê ye.."

Seydo got ku ev peyman nûnertiya vîna civaka êzidî nake û dê bi berxwedana şêniyan bi bin bikeve.

Ciwanên bi navê Idrîs Mîmê diyar kir ku armanca vê peymanê befirhekirina berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker li herêmê ye û piştrast kir ku ew wek ciwanên herêma Efrînê piştgiriya berxwedana Şengalê li dijî vê peymanê, dikin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5ZEk7yRdyVs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>