Derya Remedan: Dewleta Tirk ji jina azad ditirse

Endama KNK-Rojava Derya Remedan têkildarî girtina têkoşer Leyla Guven got, dewleta Tirk ji têkoşîna jina azad ditirse.

Derya Remedan: Dewleta Tirk ji jina azad ditirse
28 kanûn, 2020   02:24
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Endama Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Rojava Derya Remedan têkildarî cezayê 22 sal û 3 meh girtîgeh ku desthilata dewleta Tirk  li dijî hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven biriye, axivî.

Derya Remedan got: "Hikumeta Tirk û AKP’ê siyasetên çewsîner û qirêj li dijî gel pêk tînin û siyaseta bêdengkirina tevahî pêkhateyên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dimeşîne. Ev siyaset herî zêde li dijî jinên têkoşer têne meşandin. Kesên ku mafên xwe yên rewa dixwazin û li ser rêya demokrasiyê tê dikoşin, tên girtin."

Derya Remedan destnîşan kir ku dewleta Tirk li dijî tevahî parlamenter û rojnamegerên ku serî ji siyasetên çewsîner ên li Bakurê Kurdistanê re danaxin, disekine."

‘TIRKIYÊ JI BERXWEDANA JINA AZAD DITIRSE’

Endama KNK-Rojava îşaret bi dijminahiya dewleta Tirk a li dijî têkoşîna jinan kir û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk ji berxwedana jina azad ditirse. Ji ber dizane ku tevahî cîhan bi berxwedana jina Kurd ên ku ji bo azadiya Kurdistanê tê dikoşin, bang dike. Ji ber têkoşîna wê ya bênavber a  ji bo yekitiya kurdan, dewleta Tirk  Leyla Guven girt."

Derya Remeda da zanîn ku girtina Leyla Guven nayê wateya rawestîna têkoşînê û wiha got: "Dewleta Tirk nikare vîn û berxwedana jina azad bişikîne, em ê asta berxwedanê bilind bikin."

Endama KNK-Rojava Derya Remedan li dawiya axaftina xwe de dadgehên navneteweyî û civaka navneteweyî der barê çavgirtina li ser siyasetên dewleta Tirk ên li dijî parlamenterên Kurd li Tirkiyê, rexne kir û bêdeniya navneteweyî li hember siyasetên dewleta Tirk şermezar kir.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mZtI1gnRR70" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>