Rojnameyeke Kuwêtê: Tehranê moşek û balafirên bêpîlot şandin Iraqê

Rojnameya El-Qibis a kuwêtî ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên ji hundirê Îranê, ragihand ku Artêşa Pasdaran a Îranê moşekên Arch û balafirên bêpîlot ên ku Îranê çêkirine, veguhastin Iraqê.

Rojnameyeke Kuwêtê: Tehranê moşek û balafirên bêpîlot şandin Iraqê
27 kanûn, 2020   12:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan ji rojnameyê re diyar kir ku Artêşa Pasdaran a Îranê moşekên Arch şandine Iraqê. Di heman demê de balafirên bêpîlot ên ku şandine Iraqê, li deverên veşartî yên li parêzgeha başûrê Iraqê hatine bicihkirin.

Rojnameyê destnîşan kir ku Feyleq El-Quds a îranî moşek û balafir nexistine destê komên "Berxwedana Iraqê", lê li nuqte û kampên komên çekdar ên Iraqê yên girêdayî Îranê hatine veşartin û efser û leşkerên Îranê yên hêzên Feyleq El-Quds çavdêriya wan dikin.

 (eh)