Şandeyeke Misirê serdana Terablusê kir

Dezgehên çapemeniyê ragihand ku piştî serdana wezîrê parastinê yê dewleta Tirk, şandeyeke ewlehiyê ya Misirê îro gihaşt paytexta Lîbyayê Terablusê.

Şandeyeke Misirê serdana Terablusê kir
27 kanûn, 2020   12:11
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Erebiye diyar kir ku şandeya Misirê ji cîgirê serokê îstixbarata giştî, cîgirê wezîrê karên derve û gelek rayedarên hikumeta Misirê pêk tê.

Tê payîn ku şandeya Misirê bi wezîrê karên derve Fethî Başaxa, cîgirê serokê Meclisa Seroketiyê Ehmed Meîtîq, fermandarê hêzên hikumeta Wîfaqê li herêmên rojava Osama El-Ciwêlî û serokê îstixbaratê Îmad El-Terablusî re bicive.

(dm)