Dagirkeriya Tirk li Efrînê 900 darên zeytûnan birîn

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî nêzî 900 darên zeytûnan birîn.

Dagirkeriya Tirk li Efrînê 900 darên zeytûnan birîn
27 kanûn, 2020   12:29
ŞEHBA

Dewleta Tirk sûcên xwe yên li dijî şêniyên Efrînê didomîne. Çeteyên Koma El-Hemzat nêzî 900 darên zeytûnan li navçeya Mabata ya kantona Efrînê birîn.

Çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyên El-Hemzat nêzî 300 darên welatiyê bi navê Mihemed Şêx Hemûd û 600 darên Ehmed Kêfo qut kirin.

Li gorî raporên Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriyê, dewleta Tirk û çeteyên wê bi deh hezaran dar ji destpêka dagirkirina kantonê ve birîne.

(dm)

ANHA