​​​​​​​Panorama hefteyê: Lihevkirina Rûsya û Îran a têkildarî Bokemalê, gûrbûna arîşeya li Iraqê

Li gorî raporan, belavbûna hêzên Rûsya li Bokemalê ne ji ber nakokiyan e, lê belê encamên lihevkirin û rikberiyekê ne. Li aliyekî din arîşeya di navbera Washington û Tehranê de li Iraqê zêde dibin. Her wiha Cezaîr veguherî qada dijberiya di navbera Fransa û Tirkiyê de.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Lihevkirina Rûsya û Îran a têkildarî Bokemalê, gûrbûna arîşeya li Iraqê
27 kanûn, 2020   04:45
NAVENA NÛÇEYAN

Belavbûna hêzên Rûsya li herêma Bokemalê, arîşeya DYA- Îran li Iraqê û dijberiya Fransa û Tirkiyê mijarên sereke yên rojnameyên erebî yên hefteya borî bûn.

‘ÎRAN Û RÛSYA… HERÊMÊN LIHEVHATIN Û RIKEBERIYÊ LI SÛRIYÊ’

Der barê mijarê de rojnameya El-Beyan nivîsî: “Rikeberiya di navebra Rûsya û Îranê de li başûrê Sûriyê (Qinêtra û Deraa) zêde dibe, carinan jî dibe dijberî, lê ev têkilî li gorî erdnîgariyê diguhere û xuya dike ku ev têkilî li Bokemalê; bajarê li ser sînorê Iraqê, bûye lihevhatin di navbera her du aliyan de.

Li gorî çavkaniyên li Bokemalê Rûsya dewriyeyên leşkerî şandine vê herêma ku ji bo Îranê stratejîk e, da ku bi hev re deriyê sînor ê Bokemalê bi rê ve bibin ku niha ew derî di bin desthilata milîsên Îranê de ye.

Lihevhatina Rûsya û Îranê li herêmê, piştî wê yekê hat ku Rûsya mafên lêgerîna petrol û gazê li gundewarên Bokemalê bi dest xist, Rûsya hewl dide ku çavkaniyên enerjiyê li rojhilatê Sûriyê ji Himsê ta Bokemalê bi dest bixe. Niha jî hin hêzên Rûsyayê hin dezgehên petrolê li Sûriyê diparêzin.”

 ‘LI HERÊMA KESK ARÎŞEYÊ BI BONEYA SALVEGERA KUŞTINA SULEYMANÎ ZÊDE DIKIN’

Der barê arîşeya di navbera Îran û Amarîkayê de li Iraqê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Piştî êrişa dawiyê ya bi moşekan li dijî balyozxaneya Amerîka ya li Herêma Kesk a Bexdayê, her du aliyan hişyarî û gef li hev û din xwarin. Jixwe salvegera kuştina fermandarê berê yê ‘Feyleq El-Şam’ Qasim Suleymanî jî nêzîk dibe.

Duh wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di daxuyaniyekê de diyar kir ku "Milîsên girêdayî Îranê, ew êrişa dawiyê ya li dijî balyozxaneya Amerîkayê pêk anîne", her wiha got: "Em bang li hemû iraqiyan dikin ku piştgiriya hewldanên hikumeta xwe bikin da ku serweriya Iraqê bi hêz bibe û berpirsên van êrişên kirêt dibin dadgehê.”

 ‘CEZAÎR QADA DIJBERIYA DI NAVBERA FRANSA Û TIRKIYÊ DE’

Der barê mijarê de rojnameya El-Ereb nivîsî: "Li gorî geşedanên nakokiyê di bavbera Fransa û Tirkiyê de dê qada cengê veguhêzin Cezaîrê ku her du alî pêşbirkê dikin ku Cezaîrê bibin aliyê xwe. Li gorî Parîsê û mêtingeheke kevn e û deriyê wê yê ber bi parzemîna Afrîkayê ve ye, Tirkiye jî dixwaze sûdê ji dahatûya Osmaniyan wergire da ku daxwazên rêvebiriya nû pêk bîne, ku diwaze sînorên xwe fireh bike û bi Fransayê re bikeve hevrikiyê.

Serokê Cezaîrê Ebdilmecîd Tebûn ku li Almanyayê vedihese, telefonî hempîşeyê xwe yê Tirk Recep Tayyîp Erdogan kir, Erdogan tenduristiyeke baş jê re xwest û hêvî kir ku di demeke nêz de vegere welatê xwe, her wiha jê re got Tirkiye amade ye piştgiriya Cezaîrê bike ji bo asêkirina bingeha projeya wê ya nû.”