Li Tirbespiyê şewat: 3 zarokan jiyana xwe ji dest da

Li gundekî navçeya Tirbespiyê di encama şewatekê de, ji malbatekê 3 zarokan  jiyana xwe ji dest da.

Li Tirbespiyê şewat: 3 zarokan jiyana xwe ji dest da
26 kanûn, 2020   20:00
QAMIŞLO

Li gundê Heso Retla yê 15 km dikeve başûrê rojhilatê Tirbespiyê agir bi cewilka mirîşkan (medcene) ket. Di encamê de ji malbatekê 3 zarokên ku li mala mirîşan dixebitîn jiyana xwe ji dest da. Kesên jiyana xwe ji dest dane keçek û du kurên ji 6 salî heta 10 salî bûn.

Tîma agirkujiyê yekser berê xwe da cihê şewatê û şewat vemirand. Hate diyarkirin ji ber sobeyê di çewlikê de şewat derket.

(eh)

ANHA