Feleknas Uca: Biryara girtina Leyla Guven polîtîk e û vîna kurdan dike armanc

Parlamanter Feleknas Uca got: "Cezayê binçavkirin û girtina Leyla Guven polîtîk e û yek ji plana dewleta Tirk a hedefkirina kurdan e da ku wan ji siyaset û parlamentoyê dûr bixe."

Feleknas Uca: Biryara girtina Leyla Guven polîtîk e û vîna kurdan dike armanc
27 kanûn, 2020   02:20
NAVENDA NÛÇEYAN- SÎDAR REMO

Duşema borî, dadgeheke Tirkiyê cezayê girtinê heta 22 salan li parlamanter Leyla Guven birî û di êvara heman rojê de li bajarê Amedê hate binçavkirin.

Hevseroka KCD’ê û parlamentra Colemêrgê Leyla Guven (56) sala 2018'an bi îdiaya ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ser Efrînê şermezar kir, hate kirin. Leyla Guven di girtîgeha dewleta Tirk de ji bo rakirina tecrîdkirina li ser rêber Abdullah Ocalan greva birçîbûnê ragihand ku 200 rojî dewam kir.

Têkildarî mijarê, ANHA`yê bi parlamantera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca re hevpeyînek kir. Navaroka hevpeyvînê wiha ye:

Leyla Guven kesayeteke jin a bi qedir e û ji bo pêkanîna aştiyê li Tirkiyê gelek xebitî, girtina wê tê çi wateyê?

Wekî hûn dizanin Leyla Guven parlamanter e û di heman demê de hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ye. Leyla ne tenê piştî endamtiya wê di parlamatoyê de û hevserokatiya KCD`ê, lê belê ji dema ku hevseroka şaredariyê bû di tevgera jinên azad de ji bo xizmetkirina vî gelî û azadiya wê, têkoşiya. Ew kesayeteke girêdayî rêxistin, tevger û gelê xwe ye. Me dît, dema ku biryara girtina wê derket, wê nexwest bireve. Mayîna wê bersiveke taybet li dijî wê biryarê bû. Wekî em dizanin ew endama parlamantoyê bû, parêzbendiya wê hate betalkirin û wê demê hate binçavkirin, lê piştre hate berdan.

Leyal Guven ji bo gelê Kurd ne tenê hevseroka KCD`ê anku parlamanter û siyasetmedar e, lê belê pêşengek bû û roleke mezin di rakirina tecrîda li Îmraliyê de lîst, wê demê ji bo wê yekê, Leyla fedekariyên mezin dan.

Biryara li dijî wê em dikarin wekî qutkirina kurdan ji siyasetê û ji biryara siyasî û dûrxistina wan ji parlamantoyê bi nav bikin. Ji beriya demekê ve, dewlet planekê li dijî gel û partiya me saz dike da ku me ji têkoşîna siyasî qut bike û şerî gur bike. Piştî biryara Dadgeha Bilind a Mafên Mirovan a berdana Selahedîn Demîrtaş û hemû siyasetmedaran, me bi xwe bersiva Erdogan dît. Diyar e ku biryara girtina Leyla Guven jî ji aliyê Wezareta Edaletê ve hatiye erêkirin.

Em vê biryarê red dikin, em hemû bi têkoşîna Leyla Guven re ne.

Çima li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê siyasetmedarên Kurd û bi taybetî jinên siyasetmedar tên armanckirin?

Di hemû qadên têkoşînê û grevên birçîbûnê de û piştî sala 2015`an, têkoşîn bi pêşengtiya jinan dihat meşandin. Çalakiyên grevên birçîbûnê bi pêşengtiya jinan û piştgirîdayîna dayikan, pêk hatin. Li hemû qadan, jin di asta herî bilind de têdikoşin û li ber xwe didin. Ji lewra ew ji beriya demeke dirêj ve hewl didin tevgera jinan tune bikin da ku îradeya wan têk bibin, wan dûr bixin û ji siyasetê qut bikin, her wiha dixwazin jinan di nava çar dîwaran de bihêlin û bikin kole. Ji ber wê yekê, tevgera jinên Kurd li Kurdistanê fedekariyên mezin da û jin ji xefletê şiyar kirin da ku xwe nas bikin. Ji ber van sedema, jin tên hedefgirtin, bêdengkirin û îradeya wan tê çewisandin. Ev yek dikeve çarçoveya plana hedefgirtinê ya ku ne tenê li dijî Tevgera Jinên Azad (TJA) pêk tê, lê belê li dijî rêxistina Roza û hemû rêveberiyan pêk tê. Bi wê yekê dixwazin nameyekê bidin jinan ku “ji siyasetê dûr bikevin.”

Hûn hevrêyeke têkoşer Leyla Guven in, helwesta we ji girtina wê çi ye?

Ev biryar siyasî ye û em red dikin. Em qebûl nakin. Wekî hevrêyeke Leyla Guven ku bi salên dirêj em bi hev re têkoşiyam û em bi hev re gelek zehmetî jiyan, dilê me bi hev re ji bo azadiyê lêda û hîna jî lê dide. Helwesta me cuda ye, çi Leyla dibe, çi ez dibim an jî hevaleke me ya din dibe. Em hemû Leyla Guven in.

Ev biryara di kesayeta Leyla Guven de, li dijî hemû jinan û têkoşîna wan. Ji lewra em ê têkoşîna Leyla bilind bikin û li dor wê kom bibin. Leyla Guven li ser wê yekê wiha gotibû: “Çi li derve, çi li hundir, em ê têkoşîna xwe li her derê bilind bikin.” Leyla Guven jineke bi hêz e, 200 rojan ji bo rakirina tecrîdê ket greva birçîbûnê. Ew hêzê dide me, em jî bi têkoşîna xwe bi wê re serbilind in. Em bi hev re di vê rêyê de ne. Soza me ew e ku em ê têkoşîna xwe heta azadkirina Leyla Guven bi hêztir bikin.

Em dikarin vê yekê bi qirkirina siyasî bi nav bikin? Ji bo redkirina vê biryarê hûn dikarin çi bikin?

Ji sala 2015`an ve, dewlet ji bo tunekirina destkeftiyên kurdan, têkbirina îradeya wan, qedexekirina hebûna wan û tirsandina wan, planekê saz dike da ku ji wan re bêje “hûn çiqasî siyasetmedar û têkoşer bin jî em ê we tune bikin”, bi vê yekê dixwaze tirsê di civakê de belav bike.

Biryarên ku îro tên dayîn, biryarên siyasî ne. Ji ber ku piştî Leyla dest bi greva birçîbûnê kir, dewlet qet ranewestiya. Dema ku Leyla girtî bû jî têkoşîna xwe di hemû qadan de bi hêztir kir, bi wê yekê hikumet ji navê Leyla Guven ditirsiya. Ji ber wê yekê, qirkirina siyasî ne ji roja îro ve ye, lê belê ji beriya gelek salan ve tê kirin û dê dewam jî bike. Bi biryarên bi vê rengî hewl didin qirkirina siyasî pêk bînin, kurdan tune bikin û îradeya wan biçewisînin.

Ji bo pêşîgirtina armanckirina siyasetmedaran ji aliyê hikumetê ve, çi hêzên demokratîk ên Tirkiyê tê xwestin?

Li Tirkiyê ev ne cara yekê ye ku parlamanter anku siyasetmedar tên binçavkirin. Hevseorkatiya me ya berê jî Figen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş, palamanter, hevşeradar û bi hezaranê hevryên me îro wekî rehîne hatine ragirtin. Delweta Tirk ib siyaseta qirkirina siyasî hevrêyên me wekî rehîne radigire. Divê em li hemberî wê yekê bêdeng nemînin. Ferqeke mezin di navbera parlamanterên Kurd û parlamanterên Tirk de heye, parlamanterekî Partiya Komarî ya Gel (CHP) hate berdan û dosyaya wî hate qebûlkirin, lê belê dosyayên Leyla Guven û Musa Varslaroglu nehatine qebûlkirin.

Em îro dibînin ku bêdengiya civak û rêxistinên sivîl û civakî, operasyona qikirina siyasî dijwartir dike û êrişan zêde dike. Ji lewra, roja îro em bi rewşeke siyasî û êrişên hov li welatekî tecrîdkirî re rû bi rû ne. Nabe ku kes li hemberî vê rewşê bêdeng bimîne. Îro Leyla Guven e, dibe ku sibe partiyekî din be, rojane endamtiya parlamanteran tê xistin, rojane gel û partiya me tên hedefgirtin. Her kesê ku xwe demokratîkxwaz dibîne û li hemberî vê rewşê bêdeng e, dê sibê rastî heman tiştî were. Ji ber wê yekê, divê her kes vê biryarê red bike û qebûl neke.

Ji bo rawestandina siyasetên dewleta Tirk  ên li dijî kurdan, girtiyên siyasî di girtîgehan de pêngava greva birçîbûnê dane destpêkirin. Hûn vê pêngavê çawa dinirxînin û ji gelê Kurd çi tê xwestin?

Wekî hûn jî dizanin, di vê demê de girtîgeh bûne cihên herî zêde yên êşkence lê tê kirin, girtî rastî êrişan tên. Li aliyekî din jî di serdema Koronayê de, sûcdarên tecawizkirin, destdirêjiyê û mafia tên berdan û siyasetmedar tên ragirtin. Bi wê yekê dixwazin qirkirina civakê dewam bikin.

Her girtîgehek bûye goristanek, rojane jê cenaze derdikevin. Nexweş jiyana xwe ji dest didin. Li şûna ku girtiyan ji vîrusa Korona biparêzin, bi sedan girtî pê ketine û rewşa tenduristiyê roj bi roj xirabtir dibe. Girtiyên ku berê nexweşiyên giran bi wan re hene, rastî gelek pirsgirêkan tên, ji tazîkirinê de bigire û heta qutkirina avê û danîna kamereyan li odeyên girtiyan. Bi van rêbazan hemiyan girtiyan hedef digirin. Ji derveyî hewldanên tasfiyekirina berxwedana li girtîgehan, ew dixwazin ku girtî lawaz û bê îrade bimînin.

Lê belê, girtî dikarin li hemberî vê êşkenceyê li ber xwe bidin. Bi çalakiyên grevên birçîbûnê dikarin bêdeng nemînin û vê tecrîda li ser girtîgehan rakin.

Ji ber ku li derve negihaştin ti encamê, girtiyan di salên dawîn de li girtîgehan çalakiyê grevên birçîbûnê bi rêxistin kirin. Li hemberî wê yekê, wekî Kurd û zarokên vê gelî, ji me tê xwestin ku em li dor biryara girtiyan kom bibin û rêzê jê re bigirin û têkoşîna wan berfireh bikin. Ew li hundir û em ê jî li derve têkoşînê berfireh bikin.

Heke em li hemberî tecrîda li ser girtiyan û bi taybetî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bêdeng bimînin, dê rewşa Îmraliyê di pêşerojê de li ser hemû girtîgehan bê meşandin. Ji lewra, ji her kesî tê xwestin ku bêdeng nemîne da ku çalakiyên grevên birçîbûnê bigihînin encamên xwe. Divê malbatên girtiyan û malbatên welatparêz û hêja piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê bikin, da ku greva wan bibe greva me jî. Ji vê derê de, em çalakiya wan silav dikin û em soza bilindkirina têkoşînê ji bo azadkirina wan didin.

(cx)

ANHA