Şaredariya Gel a Reqayê bi şahiyekê xwendekarên serkeftî xelat kirin

Şaredariya Gel a Reqayê bi koordîneya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê 50 xwendekarên serkeftî yên 5 dibistanên Reqayê di nav de navenda Şehîd Beşîr Fêsel El-Hiwêdî ya Astengdaran, xelat kirin.

Şaredariya Gel a Reqayê bi şahiyekê xwendekarên serkeftî xelat kirin
26 kanûn, 2020   12:58
 REQA

Şahiya xelatkirinê li Şaredariya Gel a Reqayê li dar ket. Xwendekarên serkeftî, hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê, mamoste û malbatên xwendekaran tev li şahiyê bûn.

Di şahiyê de hevserokê Şaredariya Gel a Reqayê Ehmed El-Îbrahîm axivî û destnîşan kir ku ew ji xelatkirinê dixwazin moralê xwendekaran bilind bikin da ku projeya herêmê di pêşerojê de bi rêve bibin û herêma xwe ji nû ve ava bikin.

Hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Xelef El-Meter, spasiya şaredariyê kir ji ber ku şahiya xelatkirinê ji xwendekaran re li dar xist.

Piştî bidawîbûna axaftinan, xwendekaran berhemên hunerî û şanoyên ku di dibistanan de fêr bûne, dan pêşandin.

Şaredariyê diyarî û bawernameyên serkeftinê ji 50 xwendekarên serkeftî re di nav de xwendekarên Navenda Şehîd Beşîr Fêsel El-Hiwêdî ya astengdaran pêşkêş kirin.

Ev cara sêyemîn ku Şaredariya Gel a Reqayê, xwendekarên serkeftî xelat dike.

(şx)

ANHA