HPG: Li Heftanînê 3 dagirker hatin kuştin

HPG’ê ragihand ku di encama çalakiya hêzên gerîla ya li Xantûrê ya Heftanînê de 3 dagirker hatin kuştin.

HPG: Li Heftanînê 3 dagirker hatin kuştin
26 kanûn, 2020   12:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê ev agahî parve kirin:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de 22’yê Kanûnê saet 12:00’an li dijî dagirkerên li devera Xantûra ya Heftanînê bi cih bûbûn, ji du baskan ve çalakî hate kirin. Di baskê yekem ê çalakiyê de çepera çeka A4 hate hedefkirin û lêdan, ev çeper tevî 2 dagirkerên ku di çeper de bûn hatin îmhakirin. Baskê duyemîn jî çeperek din kirin hedef û lê dan, li vir jî dagirkerek hate cezakirin.

Di vê çalakiyê de bi giştî 3 dagirker hatin cezakirin.

Êrîşên esmanî, top, obus û hewanan ên artêşa Tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî didomin.

Di vê çaçoveyê de;

12`ê Kanûnê heta 20’ê Kanûnê devera Keşan a Herêma Heftanînê bi obus û hewanan hate bombekirin.

19`ê Kanûnê saet 11:00’an balafirên şer Girê Sor ê herêma Avaşîn bombe kir.

20`ê Kanûnê saet 14:00’an balafirên şer bombe li devera Werxelê ya herêma Avaşîn barandin.

24`ê Kanûnê saet 11:00’an devera Basya ya Avaşîn bi balafiran hat bombebarankirin.

24`ê Kanûnê saet navbera 16:30-18:30’î balafiran bombe li devera Frîz a herêma Garê barandin.

24`ê Kanûnê saet 15:45’an balafiran bombe li devera Saca ya Zapê barandin.

24`ê Kanûnê saet 14:50-15:10’ê devera Çemço û Sîda ya Zapê balafiran bombe barand."