Li gundewarê Dêrazorê mayînek bi ciwanekî ve teqiya

Li bajarokê Şehîl ê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê di encama teqîna mayînekê ku li aliyekî rê hatibû çandin de, ciwanekî jiyana xwe ji dest da.

Li gundewarê Dêrazorê mayînek bi ciwanekî ve teqiya
26 kanûn, 2020   13:43
 DÊRAZOR

Mayîna ku bi ciwanê bi navê Suhêl Yusif El-Ehmed El-Temir teqiye, bi armanca hedefgirtina erebeyên leşkerî yên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) yên ku li ser rê derbas dibin, li aliyekî rêya giştî ya li bajarokê Şehîl li rex Navenda Dibistanan a li nêzî çerxeriya Hesîsa hatibû çandin.

Li gorî agahiyên ku herêmê hatine bidestxistin, Suhêl (20) li nêzî çandina mayînê dimeşiya û di encamê de mayîn diteqe.

Hêzên bêbandorkirina mayînan bi lez çû cihê teqînê, ji bo ku piştrast bibe tu mayînên din li herêmê tune ne.

/ar/uploads/files/2020/12/26/132201_wfah-shab-mn-ahaly-alshhyl-btfjyr-abwh-nasfh-28129.webp

Aliyên nenas beriya 3 rojan erebeya serokê Meclisa Gel a gundê Kibar teqandibû û di encamê de serokê meclisê hate qetilkirin.

 (şx)

ANHA