Li Almanyayê 3 kes bi guleyan birîndar bûn

Desthilata Almanyayê ragihand ku di encama bûyera guleberandinê ya li Berlînê de 3 kes bi giranî birîndar bûn.

Li Almanyayê 3 kes bi guleyan birîndar bûn
26 kanûn, 2020   09:02
 NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Polîsa Almanyayê, piştrast kir ku li herêma Kreuzberg gule ji hêla gelek kesan ve hatiye berandin. Lê deteyên dîtir eşkere nekirin.

Navenda Agirkujiyê ya li Berlînê vê sibê li ser hesabê xwe ya Twitterê ragihand ku di encama wê bûyerê de 3 kes bi giranî birîndar bûn û ew niha li nexweşxaneyê ne

(şx)