Dagirkeriya Tirk sewqiyeta ber bi "herêma bêçek"ve didomîne

Artêşa Tirk a dagirker hêzeke nû şand nuqteyên ku li "herêma bêçek"dagir kiriye.

Dagirkeriya Tirk sewqiyeta ber bi "herêma bêçek"ve didomîne
26 kanûn, 2020   09:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku nêzî 15 erebeyên artêşa Tirk ku bi madeyên lojistî û alavên leşkerî barkiribû di dergeha Keferlosîn a sînorî ya bi Lîwa Iskenderon der basî Idlibê bû û û ber bi nuqteyên ku li "herêma bêçek" dagir kirî ye çûn.

Li gorî daneyên SOHR'ê, hejmara kamyon û wesayîtên leşkerî yên ku dewleta Tirk derbasî "herêma bêçek" ji 2'ê şibatê de heta îro ji bilî leşkeran gihaşt 11 hezar û 55 kamyon û wesayîtên leşkerî.

(dm)