PADÊ: Divê lihevkirina li ser Şengalê were xerabkirin

PADÊ piştî lidarxistina 3`emîn kongreya xwe daxuyaniyek da û tê de diyar kir ku armanca êrişên dewleta Tirk komkujî ne, divê tavilê werin rastandin. Her wiha bang li Iraqê kir ku lihevkirina li ser Şengalê hilweşîne. 

PADÊ: Divê lihevkirina li ser Şengalê were xerabkirin
26 kanûn, 2020   08:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya PADÊ ya piştî Kongreya 3’yemîn a li ser geşedanên başûrê Kurdistanê wiha ye;

“Ji bo penaberên bixwazin vegerin Şengalê, divê hêsankarî were kirin û pêwîstiyên wan werin pêşwazîkirin. Pêwîste bombebarana dewleta Tirk a dagirker were rawestandin, ji ber ku êriş dibin sedem ku penaber venegerin. Divê Şengal weke parêzgehek nenavendî û girêdayî hikûmeta navendî were kirin. Lazime ji madeya 140 jî were derxistin û mafê Êzidiyan were parastin.

Komkujiyên li hemberî Êzidiyan pêk hatin, bi taybet komkujiya 3`yê Tebaxa 2014’an weke jenosîd bê nasîn û tazmînata xelkê Êzidî were dayîn.

Pêwîste lihevkirina li ser Şengalê were xirakirin, ji ber ku Êzidî bi ti awayî tevlî vê lihevkirinê nebûne û pirsa xwe jî ji Êzidiyan nekirine. Nabe aliyê ku Şengal parastî bibe hedef. Nabe asayîşa herêmê bikeve destê polîsên ku zêdetirî xwe bi ser hizbanin.

Divê dadgehek taybet ji bo hemû kesên bûne sedem ku DAIŞ Şengalê bigire, pêk bê. Ji bo azadiya Êzidiyên di destê DAIŞ’ê de hîn zêdetir kar were kirin û pêwîstiyên tenduristiyê yên taybet werin pêşwazîkirin. Divê mafê malbatên şehîdan û qurbaniyên destê DAIŞ’ê were parastin, lijneyek ji pêkhateyên Şengalê ji bo avakirina herêmê were avakirin.”