Rojnamevanekî Kurd: Tirkiye di serdema Erdogan de bûye komara girtîgehan

Rojnamevan Cemal Arez destnîşan kir ku bi hezaran rojnamevan, karmend, leşker, siyasetmedar, çalakvanên sivîl, parêzer, hiqûqnas û hunermend bi tawanên bêbingeh di girtîgehên dewleta Tirk de tên ragirtin.

Rojnamevanekî Kurd: Tirkiye di serdema Erdogan de bûye komara girtîgehan
24 kanûn, 2020   12:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan Cemal Arez ji Sky News Erebiye re destnîşan kir ku Tirkiye di serdema Recep Tayyîp Erdgoan de bûye “komara girtîgehan”. Hejmara girtîgehan her du diçe zêde dibe, bi wê re hejmara girtiyên siyasî, rojnamevan û çalakvanên mafên mirovan jî zêde dibe.

Li gorî daneyên partiyên opozîsyona Tirkiyê, tenê di çend salên dawîn de nêzî 140 girtîgehên nû hatin avakirin. Sala 2014`an 14 girtîgeh, sala 2015`an 18 girtîgeh, sala 2016`an 38 girtîgeh, sala 2017`an 12 girtîgeh, sala 2018`an 15 girtîgeh, sala 2019`an 26 girtîgeh û sala 2020`an 18 girtîgehên hatine avakirin û dê sala bê 39 girtîgehên din bên avakirin ku bi wê yekê hejmara giştî ya girtîgehan dibe 180.

Ev dane cihên veşartî yên tasfiyekirinê yên girêdayî hêzên îstixbaratê û hêzên ewlehiyê û gelek saziyên din ên zordestî û çewisandina azadiyê, nagirin nava xwe.

Çavdêr dibînin ku ev hejmarên tirsnak rewşa bitehlûke ya azadiyê nîşan didin û welêt vediguherînin girtîgeheke mezin. Êdî qanûn li gorî daxwaza serokê zordest ku bi wê yekê serweriya  hemû dezgehên dewletê û civakê dike, tê sazkirin.

Li gorî çavdêran, hemleyên binavçkirina keyfî êdî bûne diyardeyeke rojane û li dijî her kesê ku ne li gorî siyasetên Erdogan ên bi talûke ne, tên kirin.

Rojnamevanê Cemal Arez wiha got: “Heke em Tirkiyeya niha bi Tirkiyeya berê re rû bi rû bikin, em ê bibînin ku siyaseta wê bi rêjeyeke mezin hatiye guhertin û di dozên demokrasî û mafên mirovan de paşketineke berbiçav çêbûye, nexasim piştî hilbijartinên 7`ê Hezîrana 2015`an ku encamên xerab ji bo partiya Erdogan jê derketin. Sedema wê yekê destwerdana Erdogan di kar û barên welatên Ereban de bû û bi taybetî di welatên ku “Bihara Ereban” lê dest pê kiriye.”

Arez wiha axaftina xwe dewam kir: “Êdî siyaseta bêdengkirina dengên dijber, nexasim ên di saziyên çapemeniyê de bûye siyaseteke fermî. Êdî girtîgehên Tirkiyê bi çalakvan, siyasetmedar, sivîl, rojnamevan, generalên artêşê, efserên hêzên ewlekariyê û dadmendên ku siyasetên Erdogan-Bahçelî rexne dikin, hatine dagirtin.”

Arez destnîşan kir ku Tirkiye niha dişibihe Tirkiyeya dema hikumê leşkeran û derbeyên wan ên di sedsala borî de û hîna jê xerabtir bûye.

(cx)