‘Biryara girtina Leyla Guven li dijî pîvanên mafên mirovan e’

Rêxistinên jinan ên partiyên siyasî piştrast kir ku cezayê 22 salan ku li Leyla Guven hatiye birîn, îsbat dike ku desthilata AKP`ê rêzê ji nirxên siyasî û mirovî re nagire û siyasetên wê zordest in.

‘Biryara girtina Leyla Guven li dijî pîvanên mafên mirovan e’
24 kanûn, 2020   12:53
 QAMIŞLO

Rêxistinên jinan ên partiyên siyasî ji bo şermezarkirina girtina hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û ji bo şermezarkirina siyasetên dewleta Tirk ên li dijî siyasetmedarên li Bakurê Kurdistanê, daxuyaniyek da raya giştî.

Daxuyanî li Parka Xwendinê ya li Qamişloyê bi tevlêbûna endamên Desteya Jinan a Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê, Nivîsgeha Jinan a Partiya Yekitiya Suryan a Sûriyê, Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, Partiya Têkoşîna Demokratîk, Nivîsgeha Jinan a Partiya Nûjen a Demokratîk a li Sûriyê, Partiya Wîfaq a Demokratîk a Sûriyê, Yekitiya Xebatkaran, Partiya Biratî ya Kurdistanê, Şepela Pêşerojê ya Kurdistanê, Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Kesk a Kurdistanê, Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê, Partiya Nûkirin a Kurdistanê û Partiya Pêşerojê ya Sûriyê hate xwendin.

Endama Nivîsgeha Jinan a Partiya Nûjen a Demokratîk a Sûriyê Ixlas El-Hico daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hikumeta AKP`ê bi biryara girtina parlamentera Kurd Leyla Guven û birîna 22 sal ceza jê re, tevahiya pîvanên navneteweyî binpê dike.

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev biryar, îsbat dike ku dadgeha girêdayî desthilata AKP`ê rêzê ji nirxên siyasî û mirovî re nagire.

‘SIYASETA DEWLETA TIRK LI SER CIVAKA NAVNETEWEYÎ XETERNAK E’

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Hikumeta Tirk bi rêya van kirin û siyasetan hewl dide pêkhate, çand û hêviyên di jiyana hevbeş, azad û demokratîk tune bike. Nexasim siyasetên wê yên bi zanebûn ên li dijî têkoşîna jinan, bi taybet jinên girtî. Dewleta Tirk rêbazên dûrî nirxên mirovahiyê bi kar tîne, girtiyên jin tazî dike û di lêpirsînê re derbas dike.”

Her wiha rêxistinên jinan ên partiyên siyasî biryara hovane ya li dijî siyasetmedar Leyla Guven şermezar kir û bi bîr xist ku Leyla Guven roleke girîng di pêkanîna yekitiya nîştimanî de lîst.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku bi lez mudaxele bikin û rê li pêşiya van sûcên hovane yên ku asta nakokiyê li Tirkiyê zêde dikin, bigirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/WwRYwfQWAhc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>