Kongreya Star: Em ê li hemberî binpêkirina mafên jinan berxwedanê bilind bikin

Berdevka Kongreya Star Remziye Mihemed piştrast kir ku dê asta berxwedan û têkoşîna jinan bilindtir bikin da ku hemû girtiyên siyasî azad bibin.

Kongreya Star: Em ê li hemberî binpêkirina mafên jinan berxwedanê bilind bikin
24 kanûn, 2020   12:41
QAMIŞLO

Kongeraya Star li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirina siyaseta hovane ya ku dewleta Tirk li dijî jinên Rojava û Bakurê Kurdistanê dimeşîne û girtina hevseroka KCD`ê Leyla Guven bi beşdarbûna endamên Kongreya Star daxuyaniyek da.

Berdevka Kongreya Star Remziyê Mihemed daxuyanî xwend û diyar kir ku ji ber girtina Leyla Guven, Kongreya Star li Rojava dengê xwe li hemberî binpêkirina mafên mirovan û mafên jinan bilind bikin.

Remziye got ev cara duyem e ku siyasetmedar Leyla Guven tê girtin, di girtina yekem de Leyla Guven ji bo bersivdayîna siyaseta dewleta Tirk û şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî, hemleya grava birçîbûnê bi piştgiriya hemû jinên girtî û jinên li tevahiya Kurdistanê ragihand.

Remziye anî ziman ku dewleta Tirk hê jî mafên jinan û bi taybet jinên birêxistinkirî mîna Leyla Guven, binpê dike da ku rêya têkoşîna jinan bigire.

Remziye piştrast kir ku wek Kongeraya Star dê asta têkoşîna xwe bo şikandina tecrîda li ser hemû girtiyên siyasî û bi taybet siyasetmedar Leyla Guven, bilind bikin.

Remziye wiha domand: “Em ê hewl bidin heta ku hemû jin azad bibin, hemû herêmên me rizgar bibin, tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bişikînin û ta civak bigihêje azadiya xwe, ji ber azadiya civakê bi azadiya rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye."

Remziyê Mihemed di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemû jinên li tevahiya Kurdistanê kir ku tev li rêya siyaset û berxwedanê bibin û rê li ber sûcên dewleta Tirk bigirin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7RxGAj4djjM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>