Şerê hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li çiyayê Zawiye didome

Li eniyên çiyayê Zawiye yê gundewarên başûrê Idlibê, vê sibê hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tirk noqteyên hev topbaran kirin.

Şerê hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li çiyayê Zawiye didome
24 kanûn, 2020   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku 4 endamên hêzên hikumetê li eniyên gundên Idlib û Helebê hatin kuştin, ji wan 2 li eniya Foca 46’an a rojavayê Helebê û esferek û endamekî din li eniya Cobas a gundewarên Idlibê hatine kuştin.

Ji aliyekî din ve jî çeteyên dewleta Tirk wesayîteke leşkerî li eniya Dar El-Kebîre ya başûrê Idlibê rûxand. Her wiha hêzên hikumeta Şamê cihên çeteyan li eniyên Hirş Bînîn li gundewarên Idlibê topbaran kirin.

(dm)