Hikumeta Başûrê Kurdistanê: bicihkirina hêzên Amerîka li sînor nexwestina şer e

Berdevkê hikumeta Başûrê Kurdistanê ji diyar kir wan ji Amerîkayê xwestiye ku hêzên xwe li ser sînorên Rojava û Başûr bi cih bike.

Hikumeta Başûrê Kurdistanê: bicihkirina hêzên Amerîka li sînor nexwestina şer e
24 kanûn, 2020   10:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Hikumeta Başûrê Kurdistanê Dr. Cotyar Adil ragihand ku wan ji Amerîka xwestine ku hêzên xwe li ser sînorê di navbera Rojevayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de bi cih bikin.

Dr. Cotyar Adil eşkere kir ku hikumeta Başûrê Kurdistanê ne bi şer re ye, ji ber vê yekê ev daxwaz ji Amerîkayê kirine.

Heta niha ji aliyê Amerîkayê ve tu bersivek nehatiye dayîn.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî heta niha daxuyaniyek di vê derbarê de nedaye.

Armanca vê daxwazê heta niha nayê zanîn.