Hemwextî xwepêşandana sivîlan dagirker gundên El-Mişêrfê û Cehbel topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê careke din gundên El-Mişêrfê û Cehbel ên rojhilatê navçeya Eyn Îsa topbaran dikin.

Hemwextî xwepêşandana sivîlan dagirker gundên El-Mişêrfê û Cehbel topbaran dikin
24 kanûn, 2020   10:18
EYN ÎSA

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê beriya çend kêliyan careke din gundên El-Mişêrfê yê 2 km  û Cehbel ê 3 km li rojhilatê navçeya Eyn Îsa li kêleka rêya M4, bi çekên giran topbaran kirin.

Nûçegihanê me bi bîr xist ku topbaran hemwextî xwepêşandan sivîlan a li nêzî baregeha Rûsya pêk tê.

(cx)

ANHA