Şêniyên Çilaxa ji bo piştgiriya berxwedana Eyn Îsayê meşiyan

Şêniyên navçeya Çilaxa bi meşekê rave kirin ku ew piştgiriya berxwedana Eyn Îsayê dikin. Her wiha bang li civaka navneteweyî kirin ku mudexele bike û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rawestîne.

Şêniyên Çilaxa ji bo piştgiriya berxwedana Eyn Îsayê meşiyan
Şêniyên Çilaxa ji bo piştgiriya berxwedana Eyn Îsayê meşiyan
Şêniyên Çilaxa ji bo piştgiriya berxwedana Eyn Îsayê meşiyan
Şêniyên Çilaxa ji bo piştgiriya berxwedana Eyn Îsayê meşiyan
Şêniyên Çilaxa ji bo piştgiriya berxwedana Eyn Îsayê meşiyan
Şêniyên Çilaxa ji bo piştgiriya berxwedana Eyn Îsayê meşiyan
23 kanûn, 2020   15:08
QAMIŞLO

Girseya gel ji pêşiya çerxerêya şehîd Masûm a li naverasta navçeyê meşiya û pankartên “Em dagirkeriyê tune bikin û nirxên civaka xwe biparêzin” û “Mirin û şermî ji dewleta Tirk a faşîst re” hildan.

Şêniyan di meşê de berxwedana şêniyên Eyn Îsayê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) silav kir û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Meş li pêşiya geracê rawestîya û veguherî mitîngê. Di mitîngê de Hevseroka Şaredariya Gel a navçeya Çilaxa Firyal Qesûm ji bo navê şêniyên navçeyê daxuyaniyê xwend.

Firyal Qesûm di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî sivîlan li Eyn Îsayê şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî kir ku mudexele bike û êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî navçeyê rawestîne.

Her wiha Firyal piştrast kir ku şêniyên navçeyê piştgiriya berxwedana şêniyên Eyn Îsa û QSD`ê dikin.

(şx)

ANHA