Projeya zêdekirina karîna kehrebeya Hesekê bi dawî bû

Nivîsgeha Enerjiyê û Peywendiyan a Herêma Cizîrê projeya zêdekirina karîna kehrebeyê ji bo taxên rojavayê Hesekê temam kir.

Projeya zêdekirina karîna kehrebeya Hesekê bi dawî bû
23 kanûn, 2020   14:57
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Li taxên rojavayî bajarê Hesekê, ji ber xerckirina zêde ya kehrebeyê, gelek pirsgirêk derdiketin an kehrebe qut dibû yan jî zaîf dihat.

Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê Nivîsgeha Enerjî û Peywendiyan a herêma Cizîrê projeya ku Gerînendetiya Kehrebeyê ya kantona Hesekê ji wan re pêşkêş kir nîqaş kir. Projeyê di 10`ê Mijdarê de dest pê bû.

Berpirsên gerînendetiyê armanc dikin ku zexta li ser torên kehrbeyê yên ku her tim qut dibin ku di encamê de kehrebe li ser taxên Nasra, Kelasê, Meîşiyê, taxa Omran û Til Hecir qut dibe, sivik bikin.  .

Proje ji Mehlecê ya li rojhilatê Hesekê destpê dike û digihêje bazara Hal a nû li bakurê têketina bajêr. Li gorî Gerînendetiya Kehrebeyê ya Hesekê lêçûna projeyê derdora 127 hezar dolar e.

Gerînendetiya Kehrebeyê û Komîteya Çavdêra Projeyê 51 biric danîn. Ji wan 18 bircên ji bo transan û 33 jî ji bo hevsengiyê. Her wiha xeteke nû ji Mehlecê bi dirêjahiya 6 km li ser erdê û 500 metre li bin erdê re dirêj kir.

Hevserokê Komîteya Çavdêra Projeyê endezyar Selah Hesen got ku sîstema kehrebeyê dê ji sibe ve dest pê bike, da ku kehrebe li taxên navborî ewletir be.

Selah Hesen di dawiya gotinên xwe de spasiya hemû karkerên ku di projeyê de xebitîne, kir.

Hevseroka Navenda Kehrebeyê ya Hesekê Sozan Şakir bang li welatiyan kir ku kehrebeyê baş bi kar bînin û wiha dewam kir: "Em di zivistanê de ne û barên li ser kehrebeyê bilind in, lewra divê şêniyên Hesekê hişyar bin, da ku hemû gel sûdê ji kehrebeyê bigirin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/UEubafj2LtY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>