SOHR: Ji hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ’ê 14 hatin kuştin

Di sêgoşeya Heleb-Hema-Reqayê de şer di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ’ê de rû da û di encamê de leşker û çete 14 kes hatin kuştin.

SOHR: Ji hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ’ê 14 hatin kuştin
23 kanûn, 2020   15:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya hemleya ku hêzên hikumeta Şamê bi piştevaniya balafirên şer ên Rûsyayê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de dest pê kiriye, hêzên hikumeta nuqteyên çeteyan ên li sêgoşeya Heleb-Hema-Reqayê topbaran kir.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), şeva berê hêzên hikumeta Şamê rêya Asriya-Tebqa girt, di encamê de di navbera wan û çeteyên DAIŞ’ê şerekî dijwar rû da û li gel wê jî bombebaran pêk hat. Di encamê de 5 ji hêzên hikumetê hatin kuştin û 9 jî ji çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Ji 24’ê Adara 2019’an û heta îro de, di encama êrişên û teqînên çeteyên DAIŞ’ê li beyara Dêrazor, Reqa, Humis û Siwêydayê de, ziyanên canî yên hêzên hikumetê hezar û 89 kuştî ne, jê 2 rûs in, 145 ji komên alîgirên Îranê ne. Lê hejmara kuştiyên çeteyên DAIŞ’ê yên heman demê, 610 e.

Li aliyekî din jî, SOHR’ê belge kiribû ku 4 sivîlên li zeviyên gazê dixebitin û 11 şivan jî hatin kuştin.

(fr)