Dagirker ji Ezazê gundên navçeya Şera ya Efrînê topbaran dikin

Arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên navçeya Şera ya kantona Efrînê bi çekên giran topbaran dike.

Dagirker ji Ezazê gundên navçeya Şera ya Efrînê topbaran dikin
23 kanûn, 2020   12:00
ŞEHBA

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji herêma Ezazê ya dagirkirî, di van kêliyan de gundên Merenaz, Alqemiyê û Şiwarxe yên navçeya Şera ya Efrînê topbaran dike.

Ta niha girêdayî encamên topbaranê tu agahî nehatine bidestxistin.

(cx)