Li Ewropayê ji bo şermezarkirina girtina Leyla Guven çalakî hatin lidarxistin

Kurdistaniyên li bajarên Swîsreyê yên Bern, Biel, Lozan, Basel û li paytexta Swêdê Stockholmê ji bo şermezarkirina girtina hevseroka KCD’ê Leyla Guven meşiyan.

Li Ewropayê ji bo şermezarkirina girtina Leyla Guven çalakî hatin lidarxistin
23 kanûn, 2020   12:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku dewleta Tirk a faşîst di 21'ê Kanûnê de biryar da ku hevseroka KCD`ê û parlamentera HDP'ê Leyla Guven were girtin û 22 sal û 3 meh ceza lê birî,  di heman şevê de li gelek bajarên Swîsre û Swêdê bi rêveberiya Yekîtiya Jinên Kurd Li Swîsreyê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin.

BERN

Li ser banga Meclisa Mizgîn a Jinan, kurdistanî li Qada Banahof Platz kom bûn, wêneyên Leyla Guven hildan û nerazîbûn nîşanî darizandin û girtina Leyla Guven dan.

Çalakvan Hediye Munzir axivî û got: "Di şexsê Leyla Guven de êrişên qirkirina siyasî yên li dijî jin û gelê Kurd hene."

Hediye Munzir bang li jinan kir ku têkoşîn û berxwedana xwe dijî polîtîkayên qirêjî yên dewleta Tirk a dagirker bilind bikin.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Swîsreyê Elî Şîmşek destnîşan kir ku li dijî faşîzma hikumeta AKP û MHP`ê pêdivî bi têkoşîneke hevpar heye. Her wiha di dema çalakiyê de belavok li ser vê mijarê hatin belavkirin.

BEIL

Komelaya Arîn Mîrkan a jinan li ber stasyona trênê ya navendî çalakiyeke organîze kir û girtina Leyla Guven şermezar kir. Xwepêşandêran dirûşmeyên "Leyla Guven rûmeta ye", "Erdogan kujer û dijminê jinan e" berz kirin û belavokên bi zimanê almanî hatin belavkirin.

LOZAN

Li ser banga Meclisa Laçîn a Jinan, çalakî li pêşiya dêra Kolana La Lorient hat lidarxistin, çalakvanan azadiya Leyla Guven û hemû girtiyên siyasî xwest.

BASEL

Li ser vexwendina Komeleya Jinan a Ronahî çalakiyek li Qada Parvuserplatz hate lidarxistin, her wiha têkildarî girtina Leyla Guven û bi navê Yekitiya Jinên Kurd li Swîsreyê daxuyaniyek hat dayîn û tê de wiha hate gotin: "Di kesayeta Leyla Guven de jina Kurd dev ji têkoşîna xwe bernade û wê tekoşîna xwe mezintir bike."

STOCKHOLM

Li ser banga lezgîn a Komelaya Binar a Jinan û di seatên şevê de kurdistanî li pêşiya stasyonê trênê ya navendî li paytexta Swêdê Stockholmê kom bûn û girtina Leyla Guven şermezar kir, dirûşmên li dijî faşîzma dewleta Tirk berz kirin. Her wiha komelaya jinan banga xurtkirina têkoşînê kir.

(dm)