Rojnews: Hikumeta PDK`ê welatiyên ji Bakurê Kurdistanê dersînor dike

Ajansa Rojnewsê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyan, ragihand ku hikumeta PDK`ê Kurdên ji Bakurê Kurdistanê ji sînorên xwe derdixe.

Rojnews: Hikumeta PDK`ê welatiyên ji Bakurê Kurdistanê dersînor dike
23 kanûn, 2020   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnewesê ragihand ku welatiyên ji Bakurê Kurdistanê yên ji ber sûcên dewleta Tirk ji herêmên xwe derketibûn û li parêzgeha Dihokê ya Başûrê Kurdistanê bi cih bûbûn, ji aliyê hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve ji wan herêman tên derxistin.

Li gorî agahiyan, hate ragihandin ku dê 14 welatî bên derxistin û heta niha 3 kes hatine derxistin.

Li gorî Rojnewsê, di demên dawîn de hikumeta PDK`ê li parêzgeha Dihokê zextên li ser welatiyên ji Bakurê Kurdistanê yên li Zaxo û Dihokê dimînin, zêde kiriye.

Heman çavkaniyan ragihand ku Asayîşa Dihokê heta niha gazî 14 welatiyên ji Bakurê Kurdistanê kiriye û ji wan xwestiye ku ji Başûrê Kurdistanê derkevin.

Piraniya welatiyên ku gefa derxistinê li wan hatiye xwarin û ji wan hatiye xwestin ku ji Başûr derkevin, li Zaxoyê dimînin. Li gorî çavkaniyan, heta niha ji 14 kesên ku fermanên derketinê ji wan re hatine dayîn, 3 kes hatine derxistin. Her wiha gelek kes gihaştin Hewlêrê û hîna rewşa yên mayî jî ne diyar e.

Çavkaniyan wiha got: “Berpirsên Asayîşê ji welatiyan re got an hûn ê vegerin Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, yan jî hûn ê biçin Rojavayê Kurdistanê.”

Hate zanîn ku heta niha 3 kes ber bi Rojava ne hatine şandin.

(cx)