​​​​​​​Şêniyên Şengalê di roja 22`yan de çalakiya xwe didomînin

Çalakiya ku şêniyên Şengalê ji bo piştgiriya asayîşa Êzidxanê dabûn destpêkirin di roja 22`yan de didome. Şêniyan dan zanîn ku heya daxwazên wan pêk neyên ew çalakiya xwe berdewam bikin. Endama Meclîsa Jinan a Borik Maya Şengal got ku ew ê weke jin, zarok û kal heya dawî li ber xwe bidin.

​​​​​​​Şêniyên Şengalê di roja 22`yan de çalakiya xwe didomînin
23 kanûn, 2020   08:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên Şengalê di çarçoveya çalakiyên dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armanca piştgirîdayîna Asayîşa Êzidxanê, li pêşiya avahiya Navenda Asayîşa Şengalê kon vedane.

Çalakiya ku bi dirûşmeya “Em Hemû Asayîş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 22`yan de didome .Şêniyên Şengalê kom bi kom serdana konê çalakiyê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakgeran nîşand didin.

Xelkê Êzidî heya niha gelek caran daxwazên xwe pêşkêşî hikumeta Iraqê kirine, lê heya niha rayedarên Iraqê bersivek erênî nedane. Ji ber vê yekê civaka Êzidî diyar dike ku heta daxwazên wan pêk neyên ew ê çalakiyên xwe dewam bikin.

Endama Meclîsa Jinan a Borik Maya Şengal ku di nava çalakiyê de ye axivî û got; “Heya daxwazên ku me pêşkêşî hikûmeta Iraqê kirine bi cih neyên, em dest ji  çalakiyên xwe bernadin. Ji ber ku hêza asayîşa me, ji bo civaka Êzidî mijarek hebûn û nebûnê ye. Civaka Êzidî xwe bi hêza asayîşa xwe diparêze. Em ê wek jin, zarok û kal heta kêliya dawî li ber xwe bidin.”