Çalakiya greva birçîbûnê di roja 27`an de didome

Greva birçîbûnê ya ku ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û têkbirina zordariya li zîndanan hatibû destpêkirin, di roja 27`an de bi koma 6`emîn didome.

Çalakiya greva birçîbûnê di roja 27`an de didome
23 kanûn, 2020   08:20
NAVENDA NÛÇEYAN 

Greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina zordariyên li girtîgehan ku di 27`ê Mijdarê ji aliyê gitiyên PKK'ê û PJAK'ê ve hatibû destpêkirin, di roja  27`an de bi koma 6`emîn berdewam dike.

Girtiyan gotin, ''Dem dema azadkirina Rêbertiya me ye. Heta ku tecrîda li ser Rêbertiya me bi temamî ranebe, heta ku binpêkirina mafan ên li girtîgehan ranebe wê bi coş û moraleke mezin çalakiya me bidomin.''