Rojnameyên erebî: Washington cezayên li dijî malbata Esed giran dike

Rojnameyên erebî yên îro der cezayên DYA’yê yên li dijî Sûriyê û tevgera Qeterê li Sûdanê û rewşa Lîbyayê de nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Washington cezayên li dijî malbata Esed giran dike
23 kanûn, 2020   08:51
NAVENDA NÛÇEYAN

DYA’YÊ BANKA NAVENDÎ YA SÛRIYÊ CEZA KIR Û KETIYEE DÛ MALBATA HEVJÎNA ESED

Der barê geşedanên li Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) cezayên nû der barê 18 kesayet û pergalên nêzî rejîma Sûriyê de birîn, cezayên ‘Banka Navendî ya Sûriyê’ û malbata Fewaz El-Exres, bavê hevjîa serokê Sûriyê Beşar Esed jî da ber xwe.

Wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompeo duh got: "Cezayên nû, Esmaa Esed, hevjîna Beşar Esed û hin kesên ji malbata wê mîna Fewaz El-Exres, Seher Itrî El-Exres, Iyad El-Exres û Kîfah Milhim serokê îstixbarata leşkerî ya Sûriyê, dane ber xwe.”

‘QETER LI BAŞÛRÊ SÛDANÊ LI SERWERIYÊ DIGERE… MISIR BI FIKAR E’

Der barê mijarê de rojnameya El-Ereb nivîsî: "Misirê serdana şêwirdarê ewlehiyê yê serokê başûrê Sûdanê Tot Qilwak ji bo Dewhayê, bi fikar şopand. Ji ber ku tevgera Qeterê bi guman e, ew ji xwe re li Coba li desthilatê digere, dixwaze windahiyên piştî hilweşîna hevalbendê wê Umer El-Beşîr li Sûdanê, vegerîne.

Çavkaniyên siyasî yên li Qahîreyê diyar kir ku Dewhayê di dema serdana Qilwak de xwestibû asta têkiliyên Coba û Qahîreyê nas bike, her wiha xwestin zanibin ka Sûdan ji bo dayîna baregeheke leşkerî soz daye Misirê yan na.

Qeter dixwaze windahiyên wê yên li Xertûmê, bi têkiliya bi Cobayê re vegerîne da ku ji wê herêmê ne dûr be.”

‘AGAHIYÊN JI ÎTALYAYÊ: HEFTER NAMZETÊ SEROKATIYA HIKUMETÊ DIYAR KIR’

Der brê mijarê de rojnameya El-Beyan nivîsî: "Hêvî û geşbîniyên der barê avakirina desthilateke nû li Lîbyayê li gorî biryarên Tûnisê de, kêm bûn, çavkaniyên rojavayî diyar kir ku ew pêşniyarên berê yên parvekirina desthilatê di navbera Eqîla Salih serokê niha yê parlemanê û Fethî Başaxa wezîrê karên hundir ê hikumeta Wîfaqê, êdî dema wê derbas bû.

Li Lîbyayê gengeşeyeke fireh çêbû, der barê hin agahiyên ji Îtalyayê ku dibêjin serokwezîrê Italyayê Giuseppe Conte û wezîrê karên derve Luigi Di Maio hefteya borî nameyek ji serokê meclisa serokatiyê Fayiz El-Serac gihandiye fermandarê giştî ya artêşa nîştimanî Xelfe Hefter û jê xwestine ku ji bo serokatiya hikumetê kesekî diyar bike.”

(kn)