MSD'ê hişyarî da: Dewleta Tirk hemû hewldanên bidawîkirina şerê li Sûriyê têk dibe

MSD'ê êrişên dawî yên dewleta Tirk ên li ser herêmê şermezar kirin û hişyarî da ku ev êriş hemû hêvî û hewldanên navneteweyî yên bidawîkirina şerê Sûriyê û pêkanîna çareseriya siyasî têk dibe.

MSD'ê hişyarî da: Dewleta Tirk hemû hewldanên bidawîkirina şerê li Sûriyê têk dibe
22 kanûn, 2020   18:10
NAVENDA NÛÇEAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) têkildarî êrişên giran ên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re parve kir. MSD'ê diyar kir ku mafê QSD'ê ye serdestiya Sûriyê biparêze û nehêle dewleta Tirk herêmê dagir bike.

Daxuyaniya MSD'ê wiha ye:

"Dewleta Tirk û çeteyên wê êrişên xwe li ser herêmên ewle yên navçeyên Eyn Îsa, Til Temir û Zirganê zêde kirine.

Ev tevgerên ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve, tevî peymana Hêzên Sûriya Demokratîk a bi Rûsyaya ya garantora agirbestê li herêmê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pêk tên.

Em Meclisa Sûriya Demokratîk, di demekê de êrişên dijminane şermezar dikin, tevahî hêzên cîhanî, di nav de Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hişyar dikin ku ev êriş heger neyên rawestandin dê tevahî hêvî û hewldanên navneteweyî yên bidawîkirina şerê li Sûriyê û pêkanîna çareseriya siyasî li welat a li gorî biryarên rewa yên navneteweyî di serî de biryara 2254  têk bibe.

Dewleta Tirk careke din îsbat dike ku dewleteke rêzê ji pîvan û peyamên ku bi xwe pejirandine re nagire û careke din teqez dike ku ew di pêkanîna xewna xwe ya zindîkirina împratoriya Osmanî ya bi rêya dagikirina herêmên Sûriyê de berdewam e.

Em Meclisa Sûriya Demokrtaîk teqez dikin ku mafê parastina rewa ya Hêzên Sûriya Demorkatîk heye ku serdesteiya Sûriyê biparêze û nehêle xaka wê ji aliyê Tirkiyê ve were dagirkirin.

Em bang li Rûsyaya federal û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dikin ku dimildest van êrişên dijminane yên Tirkiyê rawestînin û sînorekî ji binpêkirinên wê yên domdar ên li dijî qanûnên navneteweyî re deynin. Her wiha em bang li tevahî sûriyan dikin ku li hemberî dagirkeriyê bisekinin, ji ber ev pêvajo ezmûmmeke niştimanî sûrî ye."

(bb)

ANHA di çarçoveya parastina

ANHA