​​​​​​​Cenazeyê Hevserokê Meclisa El-Kuber El-Necim hate veşartin

Cenazeyê Hevserokê Meclisa Gundê El-Kuber ê Dêrazorê Mihemed Xelef El-Necim li goristana Şehîd Xidir El-Hemadî ya herêma Ebû Xeşeb hate veşartin.

​​​​​​​Cenazeyê Hevserokê Meclisa El-Kuber El-Necim hate veşartin
22 kanûn, 2020   16:57
DÊRAZOR

Bi sedan şêniyên gundewarê Dêrazorê cenazeyê Hevserokê Meclisa Gundê El-Kuber ê Dêrazorê Mihemed Xelef El-Necim ji pêşiya mala wî ya li gundê El-Kuber ê rojavayê Dêrazorê wergirtin û bi karwanekî ku bi wêneyên wî hatibû xemilandin ber bi goristana Şehîd Xidir El-Hemadî ya herêma Ebû Xeşeb ve çûn.

Li goristanê merasîmek hat lidarxistin. Piştî deqeya rêzgirtin li ser navê QSD'ê axaftin hate kirin. Di axaftinan de hate gotin: "Van şehîdan ji bo gel bi azad û bi rûmet bijî canê xwe dane. Em soz didin ku em ê xeta wan bişopînin û tevahî herêmên xwe ji terorê û hêzên derve rizgar bikin."

Li ser navê meclisên herêmî yên Dêrazorê Îsmaîl El-Newafil, sersaxî ji malbata Mihemed El-Necim re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

El-Newafil li ser kesayet û têkoşîna şehîd got: "Piştî rizgarkirina herêma Kisra di dawiya 2017'an de, şehîd Mihemed yekemîn meclisa gel ava kir û bi ragihandina meclisê di destpêka 2018'an de wekî hevserokê meclisa gel a El-kuber hat hilbijartin ku meclisa herî mezin li gundewarê rojavayê Dêrazorê ye. Şehîd Mihemed xwedî giyanekî têkoşer bû, ji bo pêkanîna edalet, aştî û û biratiya gelan xebitî, di nav civakê de her kesî rêz jê re digirt."

 Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Xelef El-Hemada jî axivî, sersaxî ji malbat û hevalên şehîd re xwest û rola şehîdan a pêkanîna destkeftiyan, belavkirina projeya demokratîk û parastina herêmê destnîşan kir.

Di dawiya merasîmê de, cenazeyê şehîd Mihemed Xelef El-Necim di nava tiliyên dayikan û dirûşmeyên "Şehîd namirin" de hat veşartin.

Hevserokê Meclisa Gundê El-Kuber ê Dêrazorê Mihemed Xelef El-Necim ê ku vê sibehê di encama teqîna mayînekê de ku di erebeya wî de hatibû bicihkirin, şehîd bû.

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2VJiG-4GFWI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>