​​​​​​​‘Rûsya rê li êrişên dagirkeriya Tirk vekir’

Şêniyên Şedadê destnîşan kirin ku êrişên dawîn ên li ser navçeya Eyn Îsa bi destûra “garantorê” rûsî pêk hatine û teqez kirin ku ew li pişta şervanên QSD`ê ne.

​​​​​​​‘Rûsya rê li êrişên dagirkeriya Tirk vekir’
23 kanûn, 2020   04:18
HESEKÊ- BASIM EL-DEXÎL

Ji beriya mehekê ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê bi armanca dagirkirina navçeya Eyn Îsa ku herêmeke stratejîk a li ser rêya M4 e, êrişî Eyn Îsayê dikin.

Tevî ku piştî dagirkirina hin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di navbera dewleta Tirk a dagirker û Rûsya de peymana agirbestê hate pêkanîn jî, lê sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li pêş çavên Rûsyaya “garantor” dewam dikin.

Berdevkê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Nacî El-Nicûm têkildarî mijarê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê destûr ji “garantorê” rûsî  girtin da ku êrişî navçeya Eyn Îsa bikin.

El-Nicûm wiha got: “Em van êrişên barbarî yên li dijî navçeya Eyn Îsa û şêniyên wê bi tundî şermezar dikin. Rûsya ku li hemberî êrişan bêdeng e tevî ku gelek top li nêzî bareghên wê jî ketin, ji van êrişan berpirsiyar e û ew rê li êrişan vedike.”

El-Nicûm destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sedema tevlîheviya li herêmê ne û hemû pîvanên girêdayî parastina aştiyê binpê kirin û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Pêwîst e rêxistinên mirovî, civaka naventeweyî û Konseya Ewlekariyê ya NY`yî bikevin tevgerêda ku van êrişan û vê şanoya bi xwîn a li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin.”

Nacî El-Nicûm diyar kir ku gelên herêmê di oxira jiyana azad û bi rûmet de bi hezaran şehîdan dan û da zanîn ku ew amade ne hîna fedekariyan bidin da ku nasname û cografiya ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan hewl dide biguherîne, biparêzin.

Rûspiyê eşîra El-Sade El-Muşahîde, Elî El-Xidêr jî wiha da zanîn: “Eyn Îsa parçeyekî ku nayê qutkirin ji xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ji hemû eşîr û pêkhateyên herêmê tê xwestin ku Eyn Îsa û şêniyên wê ji hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê biparêzin.”

El-Xidêr bi bîr xist ku haya wan ji komployên Rûsya û dewleta Tirk a dagirker heye û wiha dewam kir: “Divê baş zanibin ku şêniyên herêmê ji bo destekdayîna şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku xaka herêmê rizgar kirin, her tim amade ne.”

Elî El-Xidêr di dawiya axaftina xwe de got ew wekî eşîr, qebîle û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevgirtî ne û li hemberî binpêkirinên li dijî wan tên kirin yekdest in û got: “Em ê li hemberî terora sîstematîk a li dijî me tê kirin, destgirêdayî nemînin.”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Yg8h9E27pIs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>