Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 150 sivîl ji gundê Mîrkan ê Efrînê revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nêzî 150 sivîl ji gundê Mîrkan ê navçeya Mabata ya Efrîna dagirkirî revandin. Li navçeya Reco jî komên çeteyan bi hev ketin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 150 sivîl ji gundê Mîrkan ê Efrînê revandin
22 kanûn, 2020   13:14

Çavkaniyên herêmî ji ANHA`yê re ragihand ku çeteyên Cebhe Şamiye yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker vê berbangê bi ser malên şêniyên gundê Mîrkan ê navçeya Mabata ya Efrînê de girt û nêzî 150 şêniyên gund revandin.

Çavkaniyan daxuyand ku çeteyan gund dorpêç kir û bi ser malan de girt, her wiha ji bo tirsandina sivîlan li herêmê gule reşandin û telefon desteser kirin da ku tu agahî negihêjin derveyî kantona dagirkirî.

Heta niha çarenûsa kesên hatine revandin, nayê zanîn.

Li aliyekî din, çavkaniyên ji navçeya Raco piştrast kir ku di navbera çeteyên El-Hemze û çeteyên Cebha Şerqiye de li ser parvekirina milkên sivîlan ên hatine dizîn, şer rû dide.

Duh li gundê gundê Colaqa yê navçeya Cindirêsê çeteyên El-Hemze li endamekî Ehrar El-Şamê xistibû û li ser wê yekê çeteyên El-Hemze û Ehrar El-Şam bi hev ketibûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya çend rojan çeteyên El-Hemzat gundên Basûfan û Biyê yên navçeya Şêrawa dorpêç kiribûn û gelek sivîl ji gund revandibûn.

(cx)

ANHA