Piştî jehrîkirina Navalny di navbera Rûsya û YE’yê de alozî derket

Têkiliyên di navbera Rûsya û Yekitiya Ewropayê (YE) yên têkildarî doza muxalîfê rûs Navalny de nakok bûn. Bi taybet piştî ku laboratuarên li Almanya, Fransa û Swêdê piştrast kir ku Navalny hatiye jehrîkirin.

Piştî jehrîkirina Navalny di navbera Rûsya û YE’yê de alozî derket
22 kanûn, 2020   13:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Ewropayê têkildarî doza jehrîkirina muxalîfê qesra Kremlînê Alexey Navalny, ceza li rayedarên payebilind ên Rûs ên nêzî serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ferz kirin.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê balyozên Almanya, Swêd û Fransayê yên li Moskovê têkildarî mijarê vexwendin.

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî piştrast kir ku wê madeyek mîna jehra ‘Novichuk’ a ku di warên leşkerî de tê bikaranîn, di xwîna muxalifê rûsî Alexey Navalny de dîtiye. Ji ber wê gumanên girêdayî têkiliyên Rûsyayê di jehrîkirina Alexey Navalny de zêde bûn. Her wiha gelek aliyên navneteweyî banga zelalkirina vê mijarê dikin.

Almanyayê jî da zanîn ki heke Rûsyayê ev mijar zelal nekir, ne pêkan e ku ferzkirina cezayan li ser Rûsyayê were paşguhkirin. Wezîrê karên derve yê Almanyayê Heiko Maas diyar kir ku heke Moskov agahiyên girêdayî vê mijarê pêşkêş nekirin, dê ceza li ser rayedarên Rûs werin ferzkirin.

(şx)