Şêniyên Tebqayê: Em bi QSD`ê re ne

Bi hezaran şêniyên Tebqayê û gundewarên wê, bi meşeke girseyî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Eyn Îsayê û sûcên wê û çeteyên wê li herêmên dagirkirî şermezar kirin. Di dawiya meşê de çalakiya konvedanê dest pê kir.

Şêniyên Tebqayê: Em bi QSD`ê re ne
Şêniyên Tebqayê: Em bi QSD`ê re ne
Şêniyên Tebqayê: Em bi QSD`ê re ne
Şêniyên Tebqayê: Em bi QSD`ê re ne
Şêniyên Tebqayê: Em bi QSD`ê re ne
22 kanûn, 2020   13:20
TEBQA

Li ser bangewaziya Meclisa Sivîl a Tebqayê û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê bi hezaran şêniyên Tebqayê û gundewarên wê, endamên saziyên sivîl tev li meşê bûn. Girseya gel ji ber avahiya Rêveberiya Jinan a li Taxa Duyemîn dest bi meşê kir. Pişt meşê li ber Navenda Çandê çalakiya konvedanê dest pê kir.

Di meşê de şêniyan alên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), pankartên şermezarkirina hovîtiya dewleta Tirk û hewldana dagirkirina herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya Rûsyayê hildan.

Li pêşiya konê çalakiyê, hevserokê Meclisa Sivîl a Tebqayê Elûş El-Xidir axivî û piştrast kir ku hemû pêkhateyên herêmê piştgiriya QSD`ê di berxwedana wê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker de dikin. El-Xidir bêdengiya hêza garantor Rûsyayê li hemberî êrişên dewleta Tirk şermezar kir.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Fatme El-Hemûd jî soza şopandina rêya şehîdan ji bo rizgarkirina herêmê ji terorê da.

Di çalakiyê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê Mezlûm Omer axivî û bal kişand ser berxwedana Eyn Îsayê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û destnîşan kir ku bi saya qehremaniya QSD’ê û piştgiriya gel, Eyn Îsa bi bin nakeve.

Omer wiha pê de çû: “Erdogan û çeteyên wî li ku derê bin, wir wêran û xira dibe. Projeya me wê tevahiya Sûriyê ji aloziyê xilas bike, edalet û wekheviyê ji bo gelên herêmê re pêk bîne.”

Piştî axaftinan, şêx Hamid El-Ferec hevserokê berê yê Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê, lidarxistina çalakiya konvedanê ya 3 rojan ragihand û piştrast kir ku gelê herêmê bi QSD`ê re ye.

 (şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/L0bO0Dv8_BQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>