Koma sêyemîn li Mexmûrê greva birçîbûnê dewr girt

Çalakiya greva birçîbûnê ya bi bi pêşengiya Meclisa Îştar ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) hatibû destpêkirin, bi koma sêyemîn dewam dike.

Koma sêyemîn li Mexmûrê greva birçîbûnê dewr girt
22 kanûn, 2020   09:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiya ku di 18’ê kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û destekdayîna çalakiya greva birçîbûnê ya li zindanên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatibû destpêkirin, her 2 rojan carekê ji aliyê komeke nû ve dewr tê girtin.

 Îro jî koma sêyemîn bi merasimekê dewr girt.

Piştî deqeyeke rêzgirtin, piştre çalakvana bi navê Ezîze Tîmûr wiha aixî: “Heta em serokê xwe bi awayekî fîzîkî di nava xwe de nebînin, em çalekiyên xwe ranawestînin. Heta dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê li pey şop û doza serokatiya xwe, şervanên xwe û şehîdên xwe bin.”

Ezîze Tîmur, girtina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî şermezar kir.

Merasim bi dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî”, “Kes nikare roja me tarî bike” bi dawî bû.

(cx)