Malbatên girtiyên di grevê de banga piştevaniyê kir

Malbatên girtiyên ku di girtîgehên dewleta Tirk de ketine greva birçîbûnê, bang li tevahî welatparêzan kir ku piştevaniya girtiyan bikin û çalakiyên xwe zêde bikin, da ku armancên grevên birçîbûnê yên rakirina tecrîda li dijî rêber Ocalan rabe û wiha got: "Girtî bi zikên vala şerê destpotiyê dikin."

Malbatên girtiyên di grevê de banga piştevaniyê kir
22 kanûn, 2020   09:08
QAMIŞLO

Greva birçîbûnê ya ku girtiyên PKK’ê û PAJK’ê yên di girtîgehên dewleta Tirk de ji bo bidawîkirina tecrîda li dijî rêber Ocalan ragihandine, berdewam e. Ev hemle di 27’ê Mijdarê de dest pê kir û kete roja 24’an. 5 girtiyên dîtir ên li girtîgeha Arikli ya şaxê T ya li Konya tev li hemleyê bûn.

Dayik û hevjînên girtiyan sûcên desthilatên Tirk li dijî girtiyan red kirin û bang li tevahî welatparêzan kir ku li deroda PKK’ê bicivin û piştevaniya berxwedana grevên birçîbûnê bikin.

 ‘LI HUNDIRÊ TIRKIYÊ MAFÊN MIROVAN TÊN BINPÊKIRIN’

Girtiyê siyasî Ehmed Ezîz Mihemed beriya 9 salan hat girtin û cezayê muebed lê hat birîn. Niha jî li girtîgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê tev li hemleya greva birçîbûnê ye.

Fehîme Yûsiv Çerkes ji taxa Hîlaliyê ya Qamişlo ye û dayika girtiyê bi navê Ehmed Ezîz Mihemed e wiha got: "Rejîma Erdogan mafên mirovan û demokratan ên li Tirkiyê binpê dike û li dijî opozîsyon û siyasetmedaran çewisandinê bilind dike. Ji lew re ciwanên me tev li Tevgera Azadiya Kurdistanê bûn, da ku gel ji zordariyê rizgar bikin." 

Fehîme Yûsiv Çerkes destnîşan kir ku wê dem bi dem bi telefonê bi dema 10 deqeyan qutqutî bi kurê xwe re diaxivî. Lê piştî dewleta Tirk a dagirker Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir, telefon qut bûn.

Fehîme Yûsiv Çekres bang li tevahî dayikên girtiyên welatparêz kir ku têkoşînê li dijî sûcên çewsîner yên dewleta Tirk bilind bikin, da ku ciwanên wan werin berdan. Li aliyekî din jî bang li kesên idîa dikin ku parastina mafên mirovan dikin destwerdanê bikin, da ku parastina mafên girtiyên siyasî bên parastin û ew mafên xwe yên rewa wergirin.

Fehîme Yûsiv Çekres wiha domand: "Ciwanên me bi zikên vala di girtîgehan de şerê destpotiyê dikin, ew ne teror in, mîna ku ew idîa dikin, lê belê bangawazên maf, wekhevî, demokrasî ne û daxwaza mafên xwe dikin."

Fehîme Yûsiv Çekres li dawiyê bang kir ku piştgiriya hemleya girtiyên di girtîgehan de bikin, da ku tecrîda li dijî rêber Ocalan bê rakirin. Ew dev ji doza ku ciwanên wan parastina wê dikin bernadin û dê asta têkoşînê li dijî faşîstê bilind bikin.

 ‘DIVÊ GEL PIŞTGIRIYA HEMLEYA GIRTIYAN BIKE’

Ridwan Nesrî (60) ê ji şêniyê Amûdê ji 1991’an de hatiye girtin û cezayê bi dema 30 salî lê hatiye birîn, niha ew di girtîgeha Erziromê de ye, ew jî bi hevrêyên xwe re tev li hemleya greva birçîbûnê bûye.

Xalse Abdurezaq hevjîna girtiyê bi navê Ridwan Nesrî yê ji gundê Sinciqa Hecî Seidon ê girêdayî Amûdê wiha da zanîn: "Hevjînê min ji bo doza gelê xwe tev li Tevgera Azadiya Kurdistanê bû, da ku mafên xwe yên çandî, siyasî û çarenûsa xwe wergire."

Xalse Abdurezaq gotina xwe wiha berdewam kir: "Min demekê bi hevjînê xwe re diaxivî û 6 caran serdana wî di girtîgehê de kir. Dema ez didîtim, ji bilî doza Kurd û perwerdekirina zarokan li ser rihê welatparêziyê li ser tiştekî nediaxivî."

Xalse Abdurezaq bang li gelê Kurd kir ku piştgiriya girtiyan di aliyê manewî de bikin û dest bi çalakiyan heta pêkanîna armancên girtiyan, bikin. Her wiha diyar kir ku ew ne xizmetî xwe dikin, lê belê xizmetî gel dikin û tiştên giranbiha ji bo doza xwe da. Ji lew re li ser her kurdekî/ê ye ku piştî û piştevaniyê girtiyan bike.

(fr)

ANHA