‘Erdogan çeteyên DAIŞ`ê dişîne Somaliyê da ku li herêmê serwer be’

Pisporê ewlehiyê yê ji Somaliyê Ebdulezîz Al-Karsî got Erdogan çeteyên DAIŞ`ê dişîne Somaliyê û hin welatên din da ku serweriya Tirkiyê li herêmê ferz bike.

‘Erdogan çeteyên DAIŞ`ê dişîne Somaliyê da ku li herêmê serwer be’
22 kanûn, 2020   11:47
QAHÎRE- EMANÎ EZAM

Ebdulezîz Al-Karsî ji ANHA`yê re destnîşan kir ku ji dema ku Tirk hatine Somaliyê ve, operasyonên terorî û bacên li ser welatiyan zêde bûn, her wiha diyar kir ku ew ji bo zêdekirina operasyonên terorî li welêt mûçeyan didin Tevgera Ciwanên Somaliyê.

Pisporê ewlehiyê yê Somaliyê da zanîn ku dewleta Tirk bi destekdayîna sîstema heyî dixwaze her tiştê li welêt bixe bin kontrola xwe. Al-Karsî got wan însiyatîfa bi navê “Tirkkirina Somaliyê rawestînin” daye destpêkirin û bi rêya wê banga piştgirîdayîna Somaliyê dikin da ku destwerdana dewleta Tirk bi dawî bike.

Opozîsyona Somaliyê diyar kir ku wan nameyek ji dewleta Tirk re şandiye û tê de bang li wê kiriye ku çekan ji yekîneyên taybet ên polîsan re neşîne, ji ber ku metirsiyên wan hene ku serok Mihemed Abdullah wan çekan ji bo sextekirina hilbijartinên bê bi kar bîne.

Li Somaliyê ji ber taloqkirina hilbijartinên meclisên parlemanê, streseke siyasî heye û opozîsyon bi hêrs e.

Alîgirên opozîsyonê ji ber wê yekê li dijî serokê Somaliyê li Meqadîşoyê xwepêşandan li dar xistibûn.

 (cx)

ANHA