​​​​​​​‘Rêber Abdullah Ocalan digot bila gel ji bo şerê gel ê şoreşgerî amadekariyê bike’

Mihemed Emîn îşaret pê kir ku rêber Abdullah Ocalan digot divê gel ji bo şerê gel û şoreşgerî amadekariyê bike û got “Rêber Ocalan digot divê gel û Tevgera Azadiyê bi hev re bin.”

​​​​​​​‘Rêber Abdullah Ocalan digot bila gel ji bo şerê gel ê şoreşgerî amadekariyê bike’
22 kanûn, 2020   07:06
QAMIŞLO

Dema ku rêber Abdullah Ocalan li Lubnan û Sûriyê bû, gelek civînên gel pêk anîn û gelek kesan derfet dît ku pê re hevdîtinê bikin.

Ji şêniyêm Qamişloyê Mihemed Emîn bi boneya 15’ê Tebaxê di sala 1990’î de li Lubnanê bi rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye.

Mihemed Emîn hevdîtina bi rêber Ocalan re wek şensekî mezin dibîne û got: “Bi boneya 15’ê Tebaxê di sala 1990’î de bi gelek kesan re em çûn Lubnanê û me rêber Apo dît. Piştî pêşwazîkirineke germ, dest bi axaftina xwe kir. Destnîşan kir ku qonaxa ku gelê Kurd û Tevgera Azadiyê gihaştiyê, bi hêsanî çênebûye. Diyar kir ku bi hemleya 15’ê Tebaxê re serkeftineke mezin bi dest ketiye û dijmin tirsiyayî bûye.”

Bi boneya salvegera avakirina PKK’ê, di 27’ê Cotmehê de Emîn careke din derfetê dibîne ku rêber Abdullah Ocalan re li Şamê bibîne û destnîşan kir ku Ocalan îşaret pê kiriye ku hemû netewe dikarin di nava şert û mercên azad û wekhev de bijîn. Emîn got ji ber ku rêber Ocalan qedrekî zêde dida fikrên gel, bandoreke zêde li wî bûye.

Mihemed Emîn diyar kir ku bi xwendina pirtûkên rêber Abdullah Ocalan mezin bûye û wiha pê de çû: “Rêber Apo demkî nafikire. Li ser her peyveke xwe difikire û her peyveke xwe bi hesasî hildibjêre. Dema ku nirxandinan dike, pir kûr difikire.”

 ‘BI YEKITIYÊ JIYANEKE NÛ PÊKAN E’

Emîn got: “Rêber Ocalan ji bo gel digot divê tim û daîm li dû şoreşgeran biçin. Gel û gerîla dişibandin av û masiyan û digot bi yekbûna gel û gerîla jiyana nû pêkan e.”

Emîn destnîşan kir ku piştî ku Ocalan fikrên xwe digotin, guh dida gel û got: “Rêber Apo pir baş guh dida gel. Xwestek, pirs û pêşniyarên gel bi baldarî guhdarî dikirin û hemû pirsên wan dibersivandin.”

‘XWEDIYÊ ŞOREŞÊ GEL E’

Mihemed Emîn wiha lê zêde kir: “Rêber Apo her tim ji me re digot divê gel xwe ji bo şerê gel ê şoreşgerî amade bike û digot xwediyên şoreşê hûn in. Dixwest ku gel bi hestiyarî nêzî peywir û berbirsyariyên xwe bibe û digot em çi qasî rast û durist peywira xwe bi cih bînin, em ê ew qas nêzî azadiyê bibin. Digot em çi qas hewldanê bikin û bixebitin, dê gelê Kurd jî ew qas bi pêş ve biçe û xwe bigihîne serkeftinê.”

 ‘JI BO RÊBER APO WEKHEVÎ Û AZADIYA GELAN ESAS BÛ’

Di dawiyê de Mihemed Emîn destnîşan kir ku rêber Abdullah Ocalan digot armanca wan ne şer e û got: "Rêber Apo cudahî nedixist navbera mirovan. Wî got ew ne alîgirê xwînrijandinê ye û hemû gel dikarin di bin mercên wekhev û azad de bi hev re bijîn. Wî diyar kir ku ew ji bo mirovên li ber tunebûnê û gelê Kurd şer dike da ku tişta heq kiriye, bigire.”

Her wiha Mihemed Emîn got rêber Abdullah Ocalan serkêşiya gelê Kurd û Tevgera Azadiyê dike û bang li gel kir ku ji bo ku tecrîda dewleta Tirk a dagirker a li ser rêber Ocalan bişikînin, bibin yek û hêza xwe ya cewherî ji xwe re bikin bingeh.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/56drAgq9AXo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>