​​​​​​​Ji hundirê Eyn Îsayê ANHA`yê geşedanên dawîn şopand

Ev 4 roj in li derdora navçeya Eyn Îsayê şer dewam dike. Şervanên QSD`ê ku bersiva êrişan didin, 4 hewldanên dagirekeran ên kontrolkirina rêya navneteweyî ya li rojhilatê navçeyê têk birin.

​​​​​​​Ji hundirê Eyn Îsayê ANHA`yê geşedanên dawîn şopand
22 kanûn, 2020   00:43
EYN ÎSA-ZANA SEYDÎ

Komên çeteyan ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker îna derbasbûyî li gundên Cebhel û Mişêrfê yên rojhilatê Eyn Îsayê êrişeke bejahî dan destpêkirin. Gundên navborî 2 km dûrî rêya M4`ê ya di navbera navçeyên Til Temirê û Eyn Îsayê de ye.

Piştî 5 rojan ji aramiya li eniyên şer ên li navçeyê, QSD`ê ragihand ku wan bersiva êrişan dan û nehişt ku çete bighêjin rêya M4.

Di heman demê de ji 3 nuqteyên hevbeş ên di navbera hêzên Rûsya, QSD`ê û hikumeta Şamê de, nuqteyeke hat topbarankirin. Di encamê de efserekî hikumeta Şamê hate kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn.

Piştî ku QSD'ê hewldanên çeteyan ên dagirkirina gundên Mişêrfê û Cehbel têk birin, artêşa Tirk roja şemiya derbasbûyî ji baregehên xwe, taxên bakurê navenda navçeyê topbaran kirin.

BÊDENGIYA RÛSYA

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî diyar kir ku hêzên Rûsya nehiştin ku şêniyên gundê Cehbel cenazeyên du sivîlên ku di êrişa artêşa Tirk û çeteyên wê de jiyana xwe ji dest da, ji bin kavilan rakin.

Hêzên Rûsya ya ku derdora baregeha wê ya leşkerî ya herî mezin li navçeyê ji aliyê artêşa Tirk ve tê topbarankirin tu helwest ji van êrişan re nîşan nedaye. Nemaze ku li gorî peymana 22'yê Cotmeha 2019'an wekî garantora agirbestê di navbera QSD û dewleta Tirk a dagirker de hate destnîşankirin

ꞌKUŞTIYÊN ÇETEYAN HENE Û ŞER BERDEWAM Eꞌ

Ji fermandarên QSD' Ziyad Heleb beriya du rojan destnîşan kiribû ku di şerê rojan ê li gundên Cehbel û Mişêrfê de 12 çete kuştine.

Li rojhilê bajarokê, li ser rêya rêya navneteweyî şer bi awayekî dem dem di navbera QSD`ê û artêşa Tirk a dagirker de didome. Îdiayên derbarê pêşdeçûnên çeteyan ne rast in.

(eh)

ANHA