Aram Hena: Dewleta Tirk ji bêdengiya Rûsya sûdê digire

Berdevkê Fermî yê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Aram Hena diyar kir ku liv û tevgera artêşa Tirk a dagirekr û çeteyên wê li eniyê şer ên navçeya Zirganê zêde bûne. Hena bêdengiya Rûsya ya li hemberî êrişên Tirkiyê şermezar kir.

Aram Hena: Dewleta Tirk ji bêdengiya Rûsya sûdê digire
22 kanûn, 2020   01:31
HESEKÊ – DIYAR EHMED

Berdevkê Fermî yê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Aram Hena destnîşan kir ku di nava bêdengiya navneteweyî û Rûsya ya garantora agirbestê de rojana êriş li dijî navçeya Zirganê têne kirin.

Hena îşaret pê kir ku êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser navçeya Eyn Îsayê hemwextî liv û tevgera wan zêde ya li gundên di navbera Til Temir û Zirganê de ku di bin dagirkeriya wan de ne, pêk tên û wiha domand: "Hêzên me, tevgera artêşa Tirk a dagirke û çeteyên wê dişopînin. Tevgereke ji ya berê zêdetir heye."

Hena destnîşan kir ku hêzên wan liv û tevgera artêşa dagirker û çeteyên wê şopandin û got: "Li derdora navçeya Til Temirê, bi taybet li eniya navçeya Zirganê tevgereke zêde û çekên giran hebûn, di heman demê de hejmara çeteyan li eniyên pêş zêde bûn."

Berdevkê Fermî yê Meclisa Leşkerî ya Suryanî bi domdarî got: "Em dizanîn ku dewleta Tirk a dagirker çavê xwe berdaye herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku dagir bike û sûdê ji bêdengiya civaka navneteweyî û hêzên garantor digire."

Aram Hena her wiha bêdengiya hikumeta Şamê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk rexne kir û ev tişt diyar kir: "Artêşa Tirk a dagirker ji dema ku gihiştiye derdora herêmê bi domdarî gundên tije sivîl topbaran dike. Me êrişên wê yên 9'ê Kanûnê yên li ser gundê Um El-Kêf dîtin, lê hêzên hikumeta Şamê li êrişan temaşe dikirin û li dijî wê tev nagerin."

'SIVÎL XWE DISPÊRIN HÊZÊN ME'

Berdevkê Fermî yê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Aram Hena di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku şêniyên herêmê li derdora Meclisa Leşkerî ya Suryanî û Meclisa Leşkerî ya Til Temirê kom dibin ku berisva êrişên li ser herêmê didin û got:"Şêniyan hêviyên xwe yên parastina herêmê û nirxên wê dispêrin hêzên me."

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/V9pxkoGcI5w" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>